Jinên Ereb: Bi fikra Serok Apo em ê xwe perwerde bikin
- 10:49 15 Îlon 2019
- Rojane
Tolîn Muhemed
ŞEHBA - Yekîtiya Jinên Azad a Kantona Şehbayê perwerdeyek ji Endam û Rêveberiyên Komîn û Meclîsan re vekirin. Jinên ku beşdarî perwerde bûn axivîn û gotin: "Em ê li ser fikir û ramanê Serok Apo xwe perwerde bikin û rastiya xwe nas bikin."
Bi dehan jinên ji pêkhateyên ereb, tirkmen û kurd yên li Şehbayê ku cihên xwe di meclîs, komîn û şaredariya gel de digirin tevlî perwerdeya Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê bûn. Ev perwerde mehê du caran tê dayîn. Niha jî li ser pirtûka Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi navê ‘Çawa Bijîn’ perwerdeya xwe dibînin. Têkildarî mijarê Endam û Rêveberên ku beşdarî perwerdeyê bûne, nêrînên xwe parvekirin.
'Azadiya jinê azadiya civaka bindest e'
Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê, Zehre Kelo li ser vekirina perwerdeyê û armanca wan ji perwerdeyê axivî û got: “Em weke Yekîtiya Jinên Azad me ev perwerde ji bo 4 Navçeyan vekiriye. Em perwerdeyên xwe ji pirtûkên Serok Apo dibînin. Ev perwerde jî ji pirtûka “Çawa Bijîn” tê dayîn. Nêzî 45 jinan cihên xwe di perwerdeyê de digirin. Armanca me ew e ku jin xwe li ser fikra Netewa Demokratîk perwerde bikin û Netewa Demokratîk nas bikin, Ji ber ku azadiya jinê azadiya civaka bindest e.”
'Me bi riya fikir û felsefeya Serok Apo xwe nas kir'
Hevseroka Şaredariya Gel a Navçeya Fafînê, Selwe El Hemed ku ji pêkhateya ereb e li ser perwerdeyê wiha got: "Em perwerdeyên xwe li ser pirtûkên Serok Apo dibînin, ji ku ber pirtûka Rêber Apo rastiya jin û jiyana jinan şirove dike. Em weke jinên ereb bi fikra netewa demokratîk xwe nas dikin û xwe pêş dixin."
'Perwerde di jiyana mirovan de gelek girînge'
Endama Komîteya Jinê ya Kantona Şehbayê, Îmen Oso jî li ser girîngiya perwerdeyê axivî û wiha pêde çû: "Em perwerdeya xwe li ser fikir û ramanên Serok Apo dibînin, ji ber ku Serok Apo têkiliyên di navbera mêr û jinan de dide nasîn. Em hêvî dikin ku hemû jin cihên xwe di perwerdeyê de bigirin, ji bo dîrok û rastiya xwe nas bikin. Ji ber ku perwerde di jiyana mirovan de gelek girîng e.”