Jinên Qamişlo bi meşekê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin
- 10:28 15 Îlon 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Di çarçoveya hemleya Kongreya Star a bi dirûşma "Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibe" ji aliyê jinan ve meşek hat lidarxistin.
Di çarçoveya hemleya Kongreya Star a bi dirûşma "Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkeriyê û DAIŞ'ê têk bibe' Rêxistina Kongreya Star a bajarê Qamişloyê bi armanca şermezarkirina êrîşên d dewleta tirk meşek girseyî li dar xist. Meşa ku hat lidarxistin bi sedan jinên bajarê Qamişlo û jinên enternasyonalîst tevli bûn. Meşê ji çerxerêya Şehîdên Enternasyonalîst des pê kir û heta goristana Delîl Sarûxan berdewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hatin hilgirtin. Her wiha dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Jin jiyan azadî" û "Ji dagirkeriyê re na" hatin berzkirin.
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, ji aliyê Endamên Kongreya Star Sûad Hesen û Şeha Xelîl, li ser navê Akademiya Jineolojiyê jî Nûjîn Lêgerîn axivîn û wiha gotin: "Em ê li hember dagirkeriyê tu caran bêdeng namînin û em ê her dem li ser piyan bin. Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê bi aramî li ser xaka xwe bijîn. Em soz dikin ku em ê li gor felsefeya Rêber Apo tevbigerin. Li hember gefên dewleta tirk li ser ax û heremên me em ê bibin mertal."
Çalakiya meşê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Ji dagirkeriya dewleta tirk re na" bi dawî bû.