Çalakiya Dayikên Aştiyê di roja 15’an de didome

  • 10:01 15 Îlon 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Ji 17'ê Tîrmiha 2019’an ve PDK’ê wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmurê) dorpêç kiriye.  Ji bo rakirina vê dorpêçê komek ji  Dayîkên Aştiyê xwestin bi rayadarên PDK'ê û hukmeta Iraqê re hevditinê bikin. Dayikên ku xwestin hevdîtinê bikin rastî PDK'ê hatin û li cihê hatin astengkirin çalakiya runiştinê dabûn despê kirin. Duh komek ji meclîsa Îştar û Mecilisa Gel xwestin ku serdan dayîkan bikin lê cardin ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hatin astengkirin.
 
Ev du mehe PDK ê ambargo daniye ser wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmurê). Ji roja ku amabergo hatiye danîn, nexweş û karker jî di nava de PDK bi tu awayî nahêle şêniyên wargehê derbasî bajarê Hewlêrê bibin. Ji bo rakina vê ambagoyê komek ji Dayîkên Aştiyê xwestin bi rayadarên PDK ê û hukmeta Iraqê re hevditinê bikin û rastî astengiyên asayîşa PDK' ê hatin. Ev 15 roje ew koma dayikên aştiyê li ber asayîşa PDK ê di çalakiya runiştinê deye. Duh  komek ji Mecilisa Îştar û Mecilisa Gel xwestin serdana koma dayîkên aştiyên yên di çalakiyê de bikin lê ew jî rastî heqaret û astengiyên asayîşa PDK'ê hatin. 
 
Dayikên ku çalakiya xwe berdewam dikin  dibêjin hata ku ev dorpêç ji ser wargeha wan neyê rakirin ew ê wê çalakiya xwe ya runiştinê bi biryardariyek mezin berdewam bikin.