Li Cizîr û Hezexê bernameyên çand û hûnerê di roja duyem de dewam kirin
- 09:41 15 Îlon 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Şaredariyên Cizîr û Hezexê yên DHP'ê ku bernameyên çand û huner li dar xistin. Bernameyên xwe ku ji bo 3 rojan dabûn destpêkirin di roja 2'emîn de berdewam kirin.
Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bernameya Rojên Çand û Hûnerê ku ji bo 3 rojan dabû destpêkirin di roja duyem de berdewam dike. Bername di roja duyem de, bi stand-up a bi navê “Dawiya Dawî” ya ji hêla lîstikvanê Şanoya Bajara ya Amedê Ozcan Ateş ve hatiye nivîsandin û behsa serpêhatiyên xwe dike li Mala Dengbêjan a Cizîrê berdewam kir. Hevşaredarên Cizîrê Berîvan Kutlu û Mehmet Zirix, Hevşaredarên Silopî Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk, rêvebirên HDP-DBP’ê û gelek kes tevlî bernameyê bûn. Lîstika ku saetekê berdewam kir bi çepikan bi dawî bû.
Li Hezexê jî bername bi sînemayê hat berdewamkiri
Şaredariya Hezexê ya HDP’yê jî bernameya xwe ya Rojên Şano, Sînema û Konserê ku ji bo 3 rojan dabû destpêkirin di roja duyem de berdewam kir. Bername di roja duyem de bi fîlma bi navê “Meş” li Salona Şanoyê berdewam kir. Hevşaredarên Hezexê Songul Erden û Murat Şen, rêvebirên HDP-DBP’ê û gelek kes fîlm temaşe kir.
Welatiyên ku tevli bernameyê bûn eleyeqek mezin nîşandan. Nîşandana fîlmê bi çepikan bi dawî bû.