Huda Kaya: Gel sînorê tirsê yê li hember şer û tecrîdê bezandiye
- 09:12 15 Îlon 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Huda Kaya ya HDP’î, da zanîn ku bertekên gel yên li hember qeyûman didomin, qeyûm ji polîtîka tecrîdê cudatir nikare bê destgirtin û wiha berdewam kir: “Li dijî van polîtîkayên tecrîd û şer, hem Gelê Kurd û hem jî Gelê Tirk sînorê tirsê ji zûde bezandiye.”
Bertekên gel ên li hember qeyûman didomin. Tevî hemû êrîş û zextan gel ji qadan naçin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya da zanîn ku qeyûm jî girêdayî polîtîkaya tecrîdê ye û got hem Gelê Kurd û hem jî gelê Tirk her tiştî baş dibînin û di vê nokteyê de jî tora têkoşînê pêş xistine.
‘Gel bêhêvî bikin’
Hudayê daxuyakirin ku çavkaniya hemû pirsgirêkan polîtîka tecrîdê ye û di her dema ku polîtîka tecrîdê li ser gel giran dibe êrîş jî zêde dibin û got: “Siyaseta bi şer û tecrîdê tê meşandin, polîtîka şer û neqebûlkirinê ye. Gelên Tirkiyeyê hêviya xwe ji aştî, demokratîkbûn û aramiyê beriya hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an birî. Bi vê pêvajoyê re em dibînin ku polîtîka tecrîdê bi awayekî girankirî heta îro çawa hatiye. Polîtîka tecrîdê jî astengkirina hevdîtina gel e. Ev zelal e. Herî dawî di demên grevên birçîbûnê de hinek pêngav hatin avêtin. Lê çawa ev hevdîtin hatin birîn qeyûm hatin. Ev ji hev cudatir nîn in.”
‘Hikûmetê piştî hevdîtinan guherîn dît’
Hudayê bi lêv kir ku bi hevdîtinan re bi gelê Kurd û siyasetê de pêşketin çêbûn û piştî vê desthilatdariya ku hilbijartina Stenbolê winda kir, ji bo tolê ji gelê Kurd bigire serî li vê rê da. Hudayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro jî dixwazin gelê Kurd bi polîtîkayên qeyûm re bînin rû hev. Ev tenê bajarê Kurdistanê eleqeder nake. Li bajarên Tirkiyeyê jî tayînkirina qeyûman pêkane. Em dizanin ku ev tenê bi bajarên Kurd ne sînore. Em ji axaftinên wezareta karê hudnir vê zelal dibînin. Di 31’ê Adarê de desthilatdariyê bi 13 hezar dengê winda kir. Gel dersek mezin da desthilatdariyê. Ya esas jî gelê Kurd û hilbijêrên HDP’ê ders da. Vê jî baş dizanin. Ji ber vê jî pêvajoya tolgirtinê dan destpêkirin.”
‘Gel êdî her tiştî dibîne’
Hudayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hem li bajarên rojhilat hem jî li bajarên rojava, gel li dijî polîtîkayên êrîş û çewisandinê ji zûde sînorê tirsê bezandiye. Gel zilma tê kirin dibîne. Gelê Tirkiyeyê ev polîtîka zilmê zelal dît. Ev jî baweriya bi rizgarî, hêvî û azadiyê zêdetir dike. Zilm, şîdet û ji xwînê xwedîbûn , welat rizgar nake. Ev wê nebe rizgariya me tu kesî. Li dijî vê nebaşiyê gel dikare îtîraza xwe bike ye. Em çiqas bibin yek û berxwe bidin, wê azadiya me jî evqas nêz be.”