Ayşe Surucu: Ji bo guherîne divê her kes piştgiriyê bide kampanyayê
- 09:08 15 Îlon 2019
- Rojane
Zeynep Durgut
WAN - Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu diyar kir ku ku tiştên ku diqewimin ne qeder e û got: "Wisa hatiye, lê em nahêlin wisa bidome, em ê vê biguherînin û ji ber ve em bang li jinan dikin piştgiriyê bidin kampanyaya TJA'yê ya bi dirûşma 'Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan'.”
Kampanyaya bi navê “Ji bo guherin û azadiyê tu jî rabe ser piyan" ya Tevgera Jinên Azad (TJA) didome. Kampanyaya ku dê 6 mehan bidome dê bi naverok û çalakiyê dê xebatên hişyariyê bên kirin. Têkîldarî naverok û armanca kampanyayê parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Ayşe Surucu nêrînê xwe ji ajansa me re parvekir.
'Em ê di meha îlonê de aştiyê biqêrin'
Ayşeyê di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser xebat û armanca kampanyayê û wiha dom kir: "TJA’yê ji bo 6 mehan kampanyayek da destpêkirin. Kampanya bi dirûşma ”Ji bo guherin û azadiyê tu jî rabe ser piyan" hat destpêkirin. Heta niha bi vê dirûşmê li kolan, tax û qadan xebat hatin meşandin. Jin ji bo guherîn û azadiyê daketin qadan û dengê xwe bilind kirin. Em niha di meha îlonê de di çarçoveya dirûşmeya heyî bi dirûşmeyek din a wê mehê "Ji bo aştiyeke bi rûmet serî rake” em ê kampanyaya xwe bidomînin. Em divê çarçoveyê de daxwaza xwe ya aştiyê bînin ziman û li qadan aştiyê biqirîn. Em niha di çarçeveya kampanyayê de li taxên Wanê rêze civînan li dar dixin."
'Me hêza xwe ji Pakîze, Sevê û Fatmayan girt'
Ayşe, di axaftina xwe de bal kişand ser tayînkirina qeyûyan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Qeyûm bi taybetî tê wateya xespkirina vîna jinan û xespkirina deskeftiyên jinan. Pergala desthilatdar pergala hevserokatiyê hincet nîşanda. Lê em wekî TJA’yê dibêjîn ku, hevserokatî xeta me ya mor e. Em ji pergala hevserokatiyê bernadin. Em ê heta dawiyê ji vê biparêzîn. Di vê çarçoveyê de li dijî qeyûman, li hemberî feresata wan a şerxwaz heta dawiyê têbikoşin. Wekî tevgera jinê me duh ji li dijî vê feraseta faşîst serê xwe netewand û îro jî em serê xwe natewînin. Em vî tiştî baş dizanîn ku aştiyek were vî welatî wê bi pêşengiya jinan were. Em ê li ser vî esasî dîsa li kolan, qadan û cihên kar li dijî dagirkeriyê dirûşmeyên xwe yên aştiyê bînin ziman. Heta aştiyeke bi rûmet em ê li ber xwe bidin. Em bawer dikin ku ew hêza ku me ji Pakîzeyan,Sevêyan û Fatmayan girtî em ê bi ser kevin."
'Bi têkoşînê rizandina civakê ji holê rakin'
Ayşeyê di xaftina xwe de qala xwedî li derketina kampanyayê wiha anî ziman: "Di kampanyaya TJA’yê de xala herî bingehîn şîdet li ser jinê, îstîsmara zayendî ya li hemberî zarokan e. Em ê heta dawiyê li dijî şîdeta, nijadperestiyê, qirkirin û tune hesibandinê têbikoşîn. Şîdeta li hemberî jinê civakê tengav dike. Ev şîdet her ku diçe di nava civakê de rizandinekî bi xwe re tîne. Îstîsmara zayendî ya li hemberî zarokan ji rizandina civakê radixe ber çavan. Ji ber vê yekê jî em ê bi hêza xwe ya rêxistinî li qadan, li kolanan û mal bi mal em ê bigerîn di warê hişmendiyê de li hemberî şîdeta li ser jinê tê meşandin em ê bertekên xwe nîşan bidîn. Li dijî şîdetê, li dijî îstîsmara zayendî ya li hemberî zarokan em ê dengê xwe bilind bikin. Tundiya li ser jinan ne qedere û em ê bi têkoşîna wê tiştî biguherinîn."
'Tiştên diqewimin ne qedera me ye'
Ayşe, destnîşan kir ku kampanyaya ku TJA’yê daye destpêkirin pêwîste li hemû qadan û hemû bajaran, jin bi awayeke çalak beşdar bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li hemberî ew rizandina di civakê de tê meşandin û çewtiya tê meşandin pêwîste jin helwesta xwe nîşan bidin. Ew tiştên diqewimin ne qedera me ye. Jin di hundirê malê de tê girtin û tê kuştin û dîsa ji jin neheq tê dîtin. Em ê vê biguherînin. Her wiha em bang li jinan dikin ku ji bo aştiyeke bi rûmet divê herkes piştgiriyê bide kampanyayê. Wisa hatiye, lê em nahêlin wisa bidome, em ê vê biguherînin.”