'Em jiyanek azad û bê şer dixwazin'

  • 09:01 15 Îlon 2019
  • Rojane
Fîdan Ebdullah
 
ŞEHBA - Berdevka Komîteya Têkiliyên Diplomasiyê ya Kongreya Star a li Şehbayê Zozan Mistefa derbarê geşedanên rewşa siyasî yên li Sûriyeyê nirxandin kir. Zozanê da zanîn ku aloziyeke mezin li Sûriyeyê heye û wiha got: "Li Sûriyeyê rewşeke xerab û aloz heye. Hewldanên çareseriyê di asta xitimandinê de ye. Hêzên ku tenê berjewendiyên xwe diparêzin nahêlin ku alozî çareser bibe lê em jiyanek azad û bê şer dixwazin. Hemû gelên li Sûriyeyê dijîn aştiyê û azadiyê dixwazin."
 
Di çarçoveya nirxandina rewşa siyasî ya li Sûriyeyê de û rewşa aloziya tirkiyeyê, gefên ku li gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide xwarin, rewşa Îdlibê de Berdevka Komîteya Têkiliyên Diplomasiyê ya Kongreya Star a li Şehbayê Zozan Mistefa, nirxandin kir. 
 
'Rewşa  aloziya Sûriyeyê xerab e û çareserî di asta xitimandinê de ye'
 
Zozanê di destpêka axaftina xwe de qala rewşa aloziyê ya li Sûriyeyê kir û wiha got: "Ev 9 sal in li Sûriyeyê aloziyeke mezin heye. Heta roja me ya îro tevî ewqas civînên navneteweyî  tu çareserî jê re nehatiye dîtin û her di asta xitimandinê de ye. Di nava vî şerî de herî zêde yên ku dibin qurban dîsa gel e. Rewşek pir xerab heye. Projeyên dewletan ên aloziyê kûr dike yên li ser axa herêmên me pir in. Hin herêm hatine dagirkirin. Em dikarin bêjin ku ev dewlet xizmeta berjewendiyên xwe dike û di nav de jî vîna hemû gelên Sûriyeyê didin çewisandin."
 
'Dewletên hegemonîk naxwazin gel aram bijîn'
 
Zozanê di nava axaftinên xwe de bal kişand ser rewşa dagirkeriyê li herêmên Sûriyeyê û wiha domand: "Li herêmên dagirkirî yên li Sûriyeyê mîna Idlibê, heta niha gel rastî qetilaman tên. Di korîdora Bab Elhewa de, gelê Idlibê rastî êrîşên mezin ên dewleta tirk tên. Ev rewş dide diyarkirin ku pilaneke nû li ser gelê Sûriyeyê heye, lê hîn tam nehatiye eşkerikin. Dewletên hegomonîk dixwazin tim ev gel di nava şer de bijîn û rê nadin ku di welatê xwe de aram bijîn." 
 
'Bazarî li ser gelê herêmê tên kirin'  
 
Zozanê destnîşan kir ku pilan li ser gelan tên çêkirin û her kes jî bêdeng dimîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di nava aloziya Sûriyeyê de her dewletek xwe berpirsyarê çareseriyê dibîne. Berovajî rewşê li ser hesabê gelê herêmê pilanê xwe kûrtir dikin û herêmê di nava xwe de belav dikin. Li aliyekî Rûsiya, Emerîka û li aliyê din jî Tirkiye û Îran heye. Ev dewletên desthilatdar biryaran li gorî berjewendiyên xwe didin. Bêyî ku nêrîna gelê Sûriyeyê tê de hebe. Em dikarin bêjin bazar li ser gelê herêmê tên çêkirin û civaka navdewletî di bêdengiya xwe de tenê guhdar dike."   
 
'Yekîtiya gelan bersivek xurt a li dijî dagirkeran e'
 
Zozanê da zanîn ku yekîtiya hemû gelên li  Sûriyeyê û hevgirtina wan di vê rewşê de girîng e û wiha dewam kir: "Li dijî gelên Sûriyeyê gelek proje û hevpeyman tên meşandin. Tiştê herî  zêde di vê demê de ji gelên Sûriyeyê tê xwestin ku hevgirtina xwe xurt bikin û rê nedin ku kesên ji derve werin hikum li vîn û axa wan bikin. Hêviyên me gelên li Sûriyeyê bi yek destî axa xwe biparêzin. Yekîtiya gelan bersivek xurt a li dijî dagirkeran e."
 
'Em jiyanek azad û bê şer dixwazin'
 
Zozanê axaftina xwe wiha bi dawî kir :"Tevî ku niha Tirkiye rewşek kriza aboriyê û aloz dijî, lê dîsa jî ji bo avakirina herêmên bi ewle tev digere. Em dibînin ku Tirkiye dixwaze nakokiyên hindirê dewleta xwe bi derve re çareser bike ji bo kirîza xwe veşêre. Tirkiye bi van kiryarên qirêj dixwaze çeteyên xwe li seranserê herêmê bi cih bike û ewlehiya herêmê têk bibe. Gelên Sûriyeyê aştiyê dixwazin. Bi hezaran gel bê sûc hatin kuştin. Em bang li rêxistinên parastina mirovan ên navneteweyî dikin ku biryarên cidî ji bo çareseriyê re werin dayin. Li Sûriyeyê rewşeke xerab û aloz heye. Hewldanên çareseriyê di asta xitimandinê de ye. Hêzên ku tenê berjewendiyên xwe diparêzin nahêlin ku alozî çareser bibe lê em jiyanek azad û bê şer dixwazin. Hemû gelên li Sûriyeyê dijîn aştiyê û azadiyê dixwazin."