ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2019'AN
- 09:00 15 Îlon 2019
- Rojev
*Berdevka Komîteya Têkiliyên Diplomasiyê ya Kongreya Star a li Şehbayê Zozan Mistefa derbarê geşedanên rewşa siyasî yên li Sûriyeyê nirxandin kir. Zozanê da zanîn ku aloziyeke mezin li Sûriyeyê heye û wiha got: "Li Sûriyeyê rewşeke xerab û aloz heye. Hewldanên çareseriyê di asta xitimandinê de ye. Hêzên ku tenê berjewendiyên xwe diparêzin nahêlin ku alozî çareser bibe lê em jiyanek azad û bê şer dixwazin. Hemû gelên li Sûriyeyê dijîn aştiyê û azadiyê dixwazin." DÎMEN HEYE
*Di sala 2016'an de heya roja me ya îro her tim ez derbasî Kampên Koçberan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibim. Her kampek xwedî taybetmendiyek cuda ye. Hin mirovên li kampan bi coşa ku dixwazin vegerin warê xwe yê bi darê zorê jê hatin dûrxistin, pêşwaziya me kirin. Lê hin jî jinên DAIŞ'ê ne ku ev ji çend salî zêdetir e li ser fikir û zihniyeta DAIŞ'ê, bi serjêkirin û qelandina mirovan a di nava yaxê ango ew dişewitandin bêyî rehm û wîjdan, perwerde didîtin. Jinên DAIŞ'ê bi kîn û nefretekê ku eger em jî têkevin nava lep ango destê wan, dê me bê xwê bixwin, lêdanê li me jî bikin her wiha bi wî dilê bêrehm me bikujin û xwîna me jî vexwin, dinêrîn. Bi awirên tûj, lêdana keviran û gotinên ne ji rêzê pêşwaziya me dikirin. JI PÊNÛSA JINAN
* Mîhrîcana zarokan wê li Herêma Kobanê bê lidarxistin. Endamên Komîteya amadekar derbarê amadekariyê Mîhrîcanê de dibêjin: "Amadekariyên me ji bo lidarxistina mîhrîcanê bi dawî dibin. Em dixwazin dilê zarokan kêfxweş bibe û hêviyên wan pêk werin. Armanca mîrhîcana zarokan ji bo kêfxweşiya dilê wan e." DÎMEN HEYE
*MED DER’ê perwerdeya bi zimanê kurdî dide destpêkirin û hevseroka MED DER’ê Mîne Karakaş, diyar kir ku ziman tenê bi axaftina di nav malê de nayê parastin û got: “Werin em zimanê xwe fêr bibin. Temen ferq nake em li benda we ne.” DÎMEN HEYE
*Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu diyar kir ku ku tiştên ku diqewimin ne qeder e û got: "Wisa hatiye, lê em nahêlin wisa bidome, em ê vê biguherînin û ji ber ve em bang li jinan dikin piştgiriyê bidin kampanyaya TJA'yê ya bi dirûşma 'Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan'.”
*Hevseroka Giştî ya KESK’ê Aysun Gezen ku ji ber îmze avêt danezana ‘em nabin hevkarê vî sûcî’ hat darizandin, biryara beratê ya ku ew jî tê de der barê 23 akademîsyenî de hatiye dayîn nirxand û got: “Ev edeleteke ku pir dereng hatiye cih e. Divê demil dest em vegerin ser karê xwe.” BI DÎMEN
* Peywirdarê paqjiyê M.Ş.Y. ku li Dêrikê li dijî 50 xwendekarên temenê wan di navbera 6 û 12’yî de diguherî êrîşa zayendî kir, runiştina biryarê ya doza wî di 17’ê îlonê de tê dîtin.
*Huda Kaya ya HDP’î, da zanîn ku bertekên gel yên li hember qeyûman didomin, qeyûm ji polîtîka tecrîdê cudatir nikare bê destgirtin û wiha berdewam kir: “Li dijî van polîtîkayên tecrîd û şer, hem Gelê Kurd û hem jî Gelê Tirk sînorê tirsê ji zûde bezandiye.” BI DÎMEN