Meclîsa Jinan a HDP'ê hedef nîşandana Leyla Guven şermezar kir

  • 16:56 14 Îlon 2019
  • Rojane
ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê der barê hedef nîşandana hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê Leyla Guven de daxuyaniyeke nivîskî da û got: "Leyla Guven li dijî şer û mirinan û ji bo diyalog û muzakereyan 200 rojî di nav çalakiya greva birçibûnê de bû. Hadê kesî nîne ku Leyla Guven hedef nîşan bide. Em êrîşên li hemberê Leylayê şermezar dikin."
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) der barê hedef girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven de daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku divê Tirkiye baweriya xwe bi wan seneryoyan neyne. 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku berxwedan û çalakiyên welatiyan dixwazin manipûle bikin û wiha hat gotin: "Wezareta Karê Hundirin vîna gel xesp kir gel jî li dijî wê bertekên xwe nîşan da û niha jî dewlet dixwaze berxwedana gel manipûle bike. Her wiha hestên dayikan jî manipûle dikin. Li ber avahiya rêxistina me seneryoyek heye û hestên dayikên ku li vir rûniştinê dikin amûrê siyasetê. Lê divê gelên li Tirkiyeyê dijîn baweriya xwe ji wan seneryoyan neynîn."
 
'Leyla li dijî mirinan 200 rojî greva birçibûnê doman' 
 
Di daxuyaniya nivîskî de qala hedef nîşandan Leyla Guven hat kirin û wiha dom kir daxuyanî: "Leyla Guvend di daxuyaniya xwe de ji dayikan re got 'li derve nesekînin û kerêmkin bên hindûr û cihê wê li ser serê me ye'. Leyla bi van gotinên xwe xwedî li dayikan derket. Darbeya qeyûmê û seneryoya li ber avahiya rêxistina me pûç derket. Gel piştgirî neda van tiştan. Niha jî li hemberî parlamenter û hevseroka me Leyla Guven êrîşek pêk tînin û dixwazin siyaseteke bi vî rengî bidomînin. Leyla Guven li dijî şer û mirinan û ji bo diyalog û muzakereyan 200 rojî di nav çalakiya greva birçibûnê de cih girt. Heddê kesî nîne ku Leyla Guven hedef nîşan bide."
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê di dawiya daxuyaniyê de wiha got: "Hemû îktîdarên ku zilm dikirin hilweşiyan û dê AKP'ê jî hilweşe. Tenê dê aştiyeke bi rûmet, nirxên demokrasiyê bimîne. Em jin rêhevalên Leylayê ne. Em êrîşên li hemberî Leylayê şermezar dikin. Em ê hertim alîgirê rastiyê bin û daxwazên xwe yên aştiyê bînin ziman."