Xizmên Windayan li Amed û Êlihê aqûbeta windayan pirsîn

  • 16:30 14 Îlon 2019
  • Rojane
AMED / ÊLIH - Xizmên Windayan li Amed û Êlihê çalakiya xwe ya hefteyê li dar xistin û aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer bên darizandin.  
 
Li Amedê Xizmên Windayan çalakiya xwe ya 553'an û li Êlihê jî Wizmên Windayan çalakiya xwe ya 459'an bi daxwaza bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin li dar xistin. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan piştî 54 hefteyan ku çalakî li derve ji aliyê Walîtiya Amedê ve hatibû qedexekirin, li ber avahiya ÎHD’ê li derve li dar xistin. Xizmên Windayan, rêveberên ÎHD’ê û Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin beşdarî çalakiyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytun da zanîn ku bi salane ew ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin têdikoşin û dê ev têkoşîna wan bidome. Bi zanebûn dosyeya kuştina 22 welatiyan a doza JÎTEMA’a Qoserê bêceza hat hiştin. Her ku diçe şer zêdetir dibe û ji bo dayik êşa zarokên xwe nekişînin xwest demildest dawî li polîtîkayên şer were." 
 
Hevşaredar Selçûk Mizrakli jî di çalakiyê de axivî û got: “Rengê hêsirên çavên me hemûyan yek in. Ji bo kuştin pêk neyên û êş neyê kişandin, pêdiviya vî welatî bi wekhevî, edalet, jiyanek azad û siberojek aştiyane heye. Lazime em ji bo aştiyê qeyd û bendên xwe girê bidin.” 
 
Vê hefteyê çîroka windakirina Mehmet Zafer Demîrkiran ê di 12’ê Îlona 1995’an de binçav kirin û winda kirin û carek din agahî jê nehat girtin hat xwendin. Birayê Demîrkiran, Sabahattîn Demîrkiran behsa windakirina birayê xwe kir. 
 
Li Êlihê jî aqûbeta windayan hat pirsin 
 
Şaxa ÎHD’ê û Xizmên Windayan ên Êlihê jî di hefteya 459’an de çalakiya “Bila Winda bên dîtin û kujer darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xist. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Mahfuz Akgul daxuyanî da Mahfuz destnîşan kir ku heta winda bên dîtin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Mahfuz, got kujerên Hatîce Atalay a di 10’ê îlona 1996’an de li navçeya Pîrana Amedê ji aliyê leşkeran ve hat kuştin dernexistine holê û wiha got: "Kujer bêceza hatine hiştin û tevî hemû zext û qedexeyan jî dê li aqûbeta windayan bipirsin."