Serdanên ji bo dayikên Mexmûrê tên astengkirin
- 15:58 14 Îlon 2019
- Rojane
MEXMÛR - Çalakiya Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê li gel astengiyan didome. Komek ji Meclîsa Îştar û Meclîsa Gel xwestin biçin serdena dayikan lê ji hêla asayişa PDK'ê ve hatin astengkirin.
Li dijî dorpêç û ambargoya li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmurê) Dayikên Aştiyê 14 roj in di nav berxwedanê de ne. 59 roj in dopêça li hemberî Wargeha Mexmûrê didome. Dayikên Aştiyê ji bo rakirina dopêç û ambagoyê xwestin bi rayadarên PDK'ê û hikûmeta Iraqê re hevdîtin pêk bînin. Lê heta niha tu bersiv nehat dayîn. Her wiha dayik gelek caran rastî astengiya asayîşa PDK'ê tên.
Îro di çalakiya 14'emîn de komek ji Meclîsa Îştar û Meclîsa Gel xwestin dayikan ziyaret bikin. Lê asayîşa PDK'ê ew rawistandin û nehiştin biçin serdana dayikan. Li ser navê komê endamê Meclîsa Gel Abûbekir Sezek bertek nîşanî astengiyê da, daxuyanî dan û wiha got: "Me xwest em biçin serdana dayikan, lê em hatin rawestandin. Em nezîkatiya asayişê qebûl nakin. Ev 59 roj in wargeh hatiye dorpêçkirin. 13 hezar şenî li vir dijîn û li vir nexweşên me çêdibin û gelek kes li derveyî wargehê kar dikin. Her wiha 14 roj in komek Dayikên Aştiyê li seytereya PDK'ê ji bo rakirina dorpêçê di çalakiyê de ne. Lê nahêlin ku kes biçe serdana dayikan. Em bang dikin dibêjin ku ev nêzîkatî xizmetê dide dijmin."
Her wiha li gorî agahiyên ji endamên Lijneya Mafê Mirovan a Parlamentoya Iraqê hatine girtin wê der barê dorpêça li ser Wargeha Mexmûrê de Lijneya Mafê Mirovan a Parlamentoya Iraqê sibe bicive.