Nobeta Demokrasiyê ya li Amedê ket roja 27'an
- 15:10 14 Îlon 2019
- Rojane
AMED - Nobeta Demokrasiyê ya li Amedê li dijî qeyûman hatibû destpêkirin di roja xwe ya 27'an de didome. Di daxuyaniya ku hat dayin de hat gotin ku darbe li dijî îradeya gel pêk hatiye û têkoşîna li dijî vê yekê ew ê bi serfiraziyê bi encam bibe.
Bi fermana Wezareta Karê Hundur qeyûm tayinî ser şaredariyên bajarên Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin. Çalakiyên li dijî qeyûman didome. Nobeta Demokrasiyê ya li Kolana Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di roja xwe ya 27'an de didome. Kolana Lîseyê berî çalakî dest pê bike ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di çalakiya Nobeta Demokrasiyê de pankarta bi nivîsa "Dest îradeya min nede" hat hilgirtin. Her wiha dirûşmên "Em ê serî hildin û bi ser bikevin","Li dijî qeyûman mil bidin milê hevdu" hatin berzkirin. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamenterên HDP'ê, Partiyên Kurdistanî, Rêxistinên bajar û navçeyan ên HDP-DBP'ê, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Komeleyên Başûrê Rojhilat û Rojhilat, Endamên MYK'ê yên Odeya Muhendisên Elektirikê yên TMMOB, Serokê Şaredariya Akpazara Dêrsimê Orhan Çelebî û gelek kes beşdarî çalakiya nobeta demokrasiyê bûn.
Di axaftinan de peyamên hevpar ên wekî darbe li îradeya gel hatiye kirin û ev yek ne rast e û ew ê bi têkoşînek hevpar serkeftin bê bidestxistin, hatin dayin.
Piştî axaftinan çalakî bi çalakiya rûniştinê ya 10 deqeyan bi dawî bû. Her wiha Şampiyonê Damayê yê Tirkiyeyê Nihat Aydin, plaket da Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê yê ku dewsa wî qeyûm hat tayinkirin, Selçûk Mizrakli.