Di 15'ê Îlonê de wê komcivîna civaknasiya civaka Kobanê bê lidarxistin
- 12:48 14 Îlon 2019
- Rojane
Dicla Demhat
KOBANÊ - Derbarê guherîn û veguherîna civakê de, bi pêşengtiya Akademiya Civaka Demokratîk wê li ser civaknasiya civaka Kobanê komcivînek di 15'ê Îlonê de were lidarxistin.
Akademiyên Civaka Demokratîk di sala 2013'an de li herêmên Bakûrê Sûriyeyê hatin avakirin. Armanca van akademiyan ew e ku hemû civak beşdarî perwerdeyan bibin û asta civaknasiya civakê di nava wan de xurt bibe. Kesên ku beşdarî vê beşê dibin di akademiyên cuda re tên derbas kirin. Her meh kovara akademiyê li ser civak, dîrok û civaknasiyê tê derxistin û belavkirin. Perwerdeyên ku di amademiyê de tên dîtin, bi rengê biroşûran tên derxistin û ji akademiyên din re weke meteryalên waneyan tên bikaranîn.
Têkildarî mijarê Endema Rêveberiya Akademiya Civaka Demokratîk Rozîf Ehmed li ser amedekarî û naveroka komcivîna civaknasiya Kobanê ya ku wê di 15'ê Îlonê de bê lidarxistin axivî.
'Rêxistinkirina civakê û guhertina şexsê mirov erka me ye'
Rozîfê derbarê amedekariyên komcivînê de wiha dibêjê: "Di vê mehê de me civînên xwe yê rêxistinî ya xebatê 6 mehan li dar xistin. Di nava civînan de pêwîstî hat dîtin ku komcivînek derbarê civaknasiyê de jî bê çêkirin. Beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê, li van herêman sîstema desthilatdar û zîhniyeta dewletê ya feodal, bandorek mezin li ser civaka me dabû çêkirin. Di nava cureyên civakê de wekheviya jiyanê di navbera mirovan de tune bû. Piştî şoreşê gavên mezin ên rêxistinkirina civakê û guhertina şexsê mirov hatin avêtin. Ji bo em van guhertinan baştir bibînin û ji civakên din re jî parve bikin, me pêwîstî dît ku em komcivînekê li ser civaknasiya civakê li dar bixin, da ku em vê xebatê binirxînin û kêmasiyên heyî jî derbas bikin."
'Di komcivînê de wê rastiya civaka Kurd û dîrokê bê nîqaşkirin'
Rozîfê bal kişand ser naveroka komcivînê û xalên ku di hindirê wê de bên nîqaşkirin û wiha axaftina xwe dewam kir: "Di komcivînê de em ê zêdetir li ser rastiya civaka kurd û dîrokê rawestin. Her wiha li ser rastiya netewên din jî yên ku di hindirê herêmê de dijîn, me beşek ji nîqaşan veqetandiye. Di komcivînê de em ê herî zêde hewil bidin derûniya gel a beriya şer û piştî şer nîqaş bikin. Komcivîn wê du rojan bidome, di van herdu rojan de, bila kesên beşdarvan bi awayekî azad kesayeta xwe bînin ser ziman. Piştî ku civîn bi dawî bibe wê encamên wê weke biroşur werin amedekirin û li civakê were belavkirin."