Çalakiya Mêrdînê ya li dijî qeyûman di roja 27'an de didome

  • 12:32 14 Îlon 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Çalakiya gel a li Mêrdînê ya li dijî qeyûman di roja 27'an de didome.
 
Çalakiya gel a li Mêrdînê ya li dijî qeyûman di roja 27'an de didome. Çalakiya rûniştinê di bin dorpêçkirina polîsan de li ber avahiya HDP'ê pêk hat. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag jî piştgirî da çalakiyê. Di çalakiyê de di destpêkê de daxuyaniyek kurt hat dayin. 
 
'Dê hukumet bi polîtîkayên şer têk biçe'
 
Dersim Dag a ku daxuyanî da got:"Em li îradeya xwe û li şaredariyên xwe xwedî derdikevin. Em ê li dijî provakasyonên ku li ber avahiya HDP'ê ya Amedê dixwaze bê kirin jî li berxwe bidin. Ji bo aştî û azadiyê çi ji destên me bê em ê bikin. Ew çi dixwazin bila bikin em ê jî li dijî wan wekî her carê têkoşîna xwe mezintir bikin. Bi xespê dixwazin li vî welatî şerekî mezin rû bide. Dê hukumet bi polîtîkayên şer têk biçe."
 
Piştî daxuyaniyê Nobeta Demokrasiyê bi çalakiya rûniştinê ya 15 dkyan bi dawî bû.