Hevseroka HDP'ê ya Wanê hat girtin

  • 09:17 14 Îlon 2019
  • Rojane
WAN - Tevî Hevseroka HDP'ê ya Wanê Yadişen Karabulak û 6 kes bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" hatin girtin. 
 
Di 10'ê Îlonê de li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Wanê û navçeyên wê serdegirtinên malan ên hemdem pêk hatibûn. Di encama serdegirtina malan de Hevseroka HDP'ê ya Wanê Yadişen Karabulak, Ji endamên KCD'ê Dîlan Yildiz, Esra Babur jî di nav de îfadeya 23 kesî li emniyetê hat girtin. 
 
Do ji 23 kesên ku sewqî dozgeriyê hatibûn kirin 12 bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin. 6 kes bi şerdê kontrola edlî hatin berdan lê tevî Yadişen, Nesibe û Dîlan 6 kes bi hinceta "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin.