Hevserok Hulya Alokmen: Dewletê malbat şand li ber avahiya me
- 09:14 14 Îlon 2019
- Rojane
Rengîn Azîzoglu
AMED - Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen Uyanik diyar kir ku dewlet pisgirêka xwe hepsê malbatên ku li zarokên xwe digerin, dike û got: “‘Zarokên wan yên ji sedemên cuda jî winda bûne, li vir lê digerin. Navnîşan ne tenê HDP ye’. Lê berpirsyariya me çi be em ê bi saziyê xwe re bînin cih."
Malbatên ku îdia dikin ku zarokên hatine rewandin û şandine çiyê li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Amedê rûniştine. Hat fêmkirin ku hinek malbat kamerayên li ber avahiyê ji xwe re derfet dibînin û bi hêviya zarokên xwe bibînin tên wir. Hinek malbatan jî dawî li çalakiya xwe anîn. Der barê mijarê de Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen Uyanik nêrînên xwe anî ziman.
Hulyayê destnîşan kir ku çend sedemên çalakiya rûniştina malbatan heye û wiha dest pê kir: “Sedema yekem tayînkirina qeyûman e. Di 19’ê tebaxê de qeyûm tayînê sê şaredariyên me kirin. Ev pêkanîneke ne hiqûqiye û tu mafdariya wê li rayagiştî ya navneteweyî û Tirkiyeyê tune. Ligel vê berxwedana gel derket li pêş. Dema ev tişt dihatin jiyîn, rewşek wisa avêtin holê. Dîsa li dijî HDP’ê ketin nava hewldanan. Aliyê duyemîn yê vê çalakiyê jî, ev e; dewleta Tirk ya di zîhniyeta yekparêz de tengezar bûye, hewl dide malbatên zarokên wan windabûne hepsê vê rewşê bikin. Ger dayik li ber HDP’ê windabûna zarokên xwe îfade dike, wê demê mijarek heye. Zarokên tevlî vî karî bûne, aliyên pêvdiçûnin hene. Ev îfşaya îfadeyên ‘me qedand, pişta wan şikand e’.”
‘Zarokên wan yên ji sedemên cuda jî winda bûne, li vir lê digerin’
Hulyayê daxuyand ku dorpêça avahiya wan didome û got tabloya malbatên tên wir guheriye. Hulyayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev mijar wisa ji rê derketiye ku, malbatên ku zarokên wan ji sedemên din jî winda bûne, tên vir û li vir lê digerin. Malbatên polîs û leşkerên di destê PKK’ê de dîlgirtî jî hene. Roja hatin em bi wan re axivîn. Herî dawî wan jî îfade kir. Îfadeyeke aliyê hember ya radestkirinê heye. Ligel vê hewldana ÎHD û saziyên civaka sivil hene. Heyeteke wan ava kiriye heye. Divê dewlet baweriyê bide. Berê pirsgirêkên wisa hatin jiyîn. Çawa hatin radestkirin, wekê sûc kirine hatin darizandin. Divê mekanîzmayên xwe ava bikin. Dewlet berpirsyariya xwe bîne cih wê çareser bibe. Em ê heta dawî li hember dayikan bi sebir bin. Ji bo diyalogê çi ji destê me bê em ê bikin. Lê ev berpirsyarî ne tenê deriyê HDP’ê ye, divê her kes berpirsyariyê bigire ser xwe.”
‘Navnîşan ne tenê HDP ye’
Hulyayê balkişand ser hevdîtinên aştiyê yên dem bi dem hatine jiyîn û pêvajoya 2013-2015’an bibîr xist: “Em wek HDP’ê her tim îfade dikin; Em dibêjin ku ev mijar bi muzakere û hevdîtinan dikare çareser bibe. Ligel vê Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de got ‘ger derfet bê dayîn ez mijarê di hefteyekê de çareser dikim’. Lê di vê pêvajoyê de dewletê goga xwe avêt û ket niyeta ku vê mijarê bi dîtina zarokên winda bûye ve girê bide. Ger ji bo zarokan dixwazin encamekê bigirin, navnîşan ne tenê HDP ye. Bi komîsyoneke ji hemû partiyên siyasî yên meclîsê pêk tên, dikare çaserî bê dîtin.”
'Dewletê malbatan şand'
Hulyayê di dawiya axaftina xwe de ev tişt vegot: “Sala dawî de hem aliyên dewletê hem jî malbat îfade dikin; li hember malbatan xebatek taybet tê meşandin. Emniyet li malbatan digere û dibêje zarokên we li ku ne û berê wan didin partiya me. Di vê mijarê de delîlên şênber jî destê me de hene. Xwarinên ji malbatan re tên ber avahiyê, nêzîkatiya li hember malbatan her tiştî nîşan dide. Lê em carek din dibêjin; Em tenê li ser ‘dewletê bi ser me de şandine’ nasekinin û em bi berfirehî dinêrin. Ji bo ev xitimîn vebe jî hewldanên me didomin.”