Dayikên Aştiyê yên Amedê çalakiya Dayikên Mexmûrê silav kirin
- 09:09 14 Îlon 2019
- Rojane
AMED - Çalakiya Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê 14 roj in didome. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê jî çalakiya dayikên Mexmûrê silav kirin û gotin: “Gelê Kurd ji çanda berxwedanê tê, dê her tim li ser şopa berxwedanê de bin. Em bang li rayedarên Herêma Federal a Kurdistanê dikin ku bila dorpêçê bi dawî bikin.”
Di 17’ê tîrmeha 2019’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê Teşkîlata Îstîxbarata Tirk (MÎT) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi tevahî hat dorpêçkirin. Ev 59 roj in dorpêç û ambargoya ser wargehê berdewam dike. Nexweş nikarin biçin nexweşxaneyên Hewlêrê, karker nikarin biçin ser karê xwe û xwendevan nikarin biçin dibîstanan. Li dijî ambargo û dopêçe Dayikên Aştiyê yên li Mexmûrê 14 roj in li seyteraya PDK'ê ya di navbera Hewler û Mexmûrê de li gel astengiyan di çalakiya rûniştinê de ne. Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê bang li raya giştî kirin û xwestin dengê wan bên bihistandin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê bertek nîşanî dorpêçkirina Mexmûrê da û piştgirî da çalakiya Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê.
‘Ambargoya li ser Mexmûrê rakin’
Nevriye Kaçan endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê ye û bal kişand ser berxwedana dayikên Mexmûrê û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Li Mexmûrê jiyaneke cuda û zehmet heye. Zilma ku li vir tê kirin li dij mirovatiyeyê. Kesên ku li wargehê dijîn her tim li dijî şer bûn û her tim ji bo aştiyê di nav hewldanan de bûn. Em wijdan û hişmendiya ku dorpêçê pêk tîne şermezar dikin. Em bang cihê eleqadar dikin ku bila ambargoya li ser Wargehê rakin.”
‘Zilma li hemberî Mexmûrê her tim didome’
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Sultan Ersoy, qala zilma li hemberî penaberên li Mexmûrê wiha anî ziman: “Ew gel li dijî zilmê koçber bûn. Lê tere nekir û heta îro jî ev zilm didome. Penaberên li Mexmûrê, tu carî li dijî gefan sere xwe netewand û her tim li ber xwe dan. Em têkoşîna Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê pîroz dikin. Divê rayedarên Herêma Federal a Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî (NY) li dijî dorpêçê bikevin nav hewldanan.”
‘Ev zilm dê neyê jibîrkirin’
Rahîme Çelîk jî endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ye û di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya rûniştinê ya Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Em nêzîkatiya Tirkiyê û PDK’ê qebûl nakin û şermezar dikin. Şêniyên li Mexmûrê nikarin pêdiviyên xwe jiyanî bi cih bînin. Jina ku ducanî ji ber astengiyan nekarî biçe nexweşxaneyê û zarokê xwe winda kir. Ev şermeke mirovahiyê, şerma Neteweyên Yekbûyiyê û şerma Başûrê Krdistanê ye. Ev zilm dê neyê jibîrkirin.”
‘Dixwazin li Mexmûrê çi bikin?’
Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Qudret Eryilmaz berxwedana dayikên Mexmûrê silav kir û wiha got: “Dil dixwest ku em li cem dayikan bin. Ev 59 roj in li hemberî Wargeha Mexmûrê ambargoyek heye û ev ambargo dê kengê bê rakirin ne diyar e. Li vir mirov jiyana xwe ji dest didin û nikarin kare xwe yên rojane bikin. Gelo li benda çî ne? Dixwazin li vir çî bikin? Em ji amborgo û bomberandina li Herêma Federal a Kurdistanê dibêjin edî bes e. Em rayedarên ku li hemberî vê yekê bêdeng dimînin jî şermezar dikin.”
‘Em li dijî dorpêçê bang li PDK’ê dikin’
Nezahat Teke jî endama Meclîsa Dayikên Aştiyeyê û diyar kir ku dayikên ku niha di çalakiya rûniştinê li Mexmûrê pêk tînin penaber in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aloziyên ku li Mexmûrê pêk hatî bandoreke neyînî li ser penaberan dike. Bi sala ne di nav zor û zehmetiyan de jiyana xwe didomînin. Heta niha gelek cih guherandin û herî dawiyê li ser axa Kurdistanê bi cih bûn. Divê Kurdên li Başûr nêzîkatiya xwe ya li hemberî penaberên li Mexmûrê li ber çavan derbas bike. Divê wekî dijminan nêzî Mexmûriyan nebin. Bi hezaran koçberên Mexmûrê di nava ambargo û bombe baranê de jiyana xwe didomînin. Em bang li PDK’ê û rayedaran dikin ku vê dorpêçê bi lezgînî rawestînin.”
‘Kesên demokrat çima bêdeng in’
Hava Kiran, bi salane di nav Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê de cih digire û ambargoya li hemberî Mexmûrê şermezar û çalakiya rûniştinê ya Dayikên Aştiyê ya Mexmûrê silav kir. Hava wiha axaftina xwe dom kir: “Mexmûrî ji ber zilm û zordariyê bi neçariyê berê xwe dan Herêma Federal a Kurdistanê û ji bo bi cih bibin bi 10’an cih guhertin. 24 salên Mexmûriyan di nav zor û zehmetiyan de derbas bûn. Li kêliyên çolan de wargehek hat avakirin, lê her tim bi bomberandinê re rûbirû man. Ez welatiyên Başûrê Kurdistanê şermezar dikim. Divê ji bo Mexmûrê her kes rabûya ser piyan. Divê niha kurd û kurdistanî ji bo Mexmûrê rabin ser piyan. Edî bes e. Her wiha Mexmûrê bi sala ne li hemberî êrîşan serî netewandine. Mixabin kesên ku dibêjîn em demokratin lê bêdeng in.”
‘Di her rabûna balafirên şer de em xemgin dibin’
Ji endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nazîme Yurek wekî dayikên din bertekên xwe li hemberî amborgo û dorpêçkirina Mexmûrê anî ziman û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di her rabûna balafirên şer de, em xemgin dibin. Ji bo min mirin ne li bine erdê, li ser cîhanê ye. Zilm û zordariya li hemberî Mexmûrê pêk tê li dij mirovatiyeyê. Ger ku îmana serdestan hebûya dayik temaşe nedikirin û dê daxwazên van pratîze kiribûna. Berxwedana dayikên Mexmûrê didome em piştgiriyê didin çalakiya dayikan.”
‘Gelê Kurd ji çanda berxwedanê tê…’
Makbule Ozbez wekî dayikên din di dawiyê de bal kişand ser parvekirina êşa dayikan û wiha axivî: “Zilma ku li me tê kirin divê neyê jibîrkirin. Li dijî van zilman jî divê em bêdeng nemînin. Gelê Kurd ji çanda berxwedanê tê, dê her tim li ser şopa berxwedanê de bin. Penaber tu carî li hemberî gefên Tirk û PDK’ê paşde gav neavêjin. Em êşa Mexmûriyan parvedikin û em berxwedana Dayikên Aştiyê silav dikin. Em bang li PDK’ê dikin ku bila dev ji îxanetê berde.”