Nobeta Demokrasiyê di roja 26'an de ye: Li dijî qeyûman serî rake

  • 15:31 13 Îlon 2019
  • Rojane
AMED - Li Amedê Nobeta Deokrasiyê ku li dijî tayînkirina qeyûman hat destpêkirin di roja 26'emîn de berdewam dike. Endamên Meclisa Şaredariya Şirnexê jî piştgirî dan çalakiyê. 
 
Bi fermana Wezîrê Karên Hundir li Amedê, Mêrdîn û Wanê qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin hatin kirin.Nobeta Demokrasiyê ya di pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan de  li dijî qeyûman di roja 26'an de li Amedê berdewam kir.  Qada ku her roj çalakî lê tê lidarxistin kolana Lîseyê beriya çalakiyê bi bariyerên polîsan hat dorpêçkirin û li serê kuçeyan jî wesayitên polîsan hatin bicihkirin.  Di nobetê de pankarta bi dirûşma "Dest nede îradeya min" hat vekirin û dirûşmên, "Li dijî qeyûman serî rake", "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" hatin berzkirin. Di çalakiya nobetê ku îro hat lidarxistin de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamenterên HDP'ê , Partiyên Kurdistanî, rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajêr û navçeyan û gelek welatiyan cih girt. 
 
'Em ê dest ji daxwaza aştiyê bernedin'
 
Di çalakiya ha lidarxistin de destpêkê Hevseroka Bajarê Amedê ya HDP'ê Hulya Alokmen Uyanik axivî û got ku ew ji malbatên kesên duh li Pasûrê di encama teqînê de jiyana xwe ji dest dan re sersaxiyê dixwazin. Herwiha Hulya ji malbata zarokê bi navê Efe Tektekîn ku di encama qelibandina wesayita zirxîde jiyana xwe ji dest da re jî sersaxî xwest.  Hulya anî ziman ku wan di hemû deman de bal kişandiye ser girîngiya aştiyê, ew ê dest ji vê daxwaza xwe bernedin û wê vê daxwaza xwe li hemû qadan bînin ziman.
 
'Ger ku Amed dengê xwe bilind ji her derê deng bê'
 
Wekîlê HDP'ê yê Mûşê Mensûr Işık axivî û got, ''Amed dilê me ye, çi dema ku Amed dengê xwe derdixîne Mêrdîn û Wan jî dengê xwe bilind dike, hêzên demokrasiyê dengê xwe derdixin. Em ê heq û hiqûqa xwe eta dawiyê biparêzin. Weke Yilmaz Guney gotî, bila dost û dijmin zanibin têkoşîna dijî dijmin wê bi ser bikeve, her kes wê bi ser bikeve. Bi teqezî em ê bi ser bikevin.''
 
Piştî çalakiya rûniştinê ya 10 deqeyan endamên meclîsa şaredariyê daxuyanî dan.
 
'Tu kesî agahî neda me'
 
Serokwekîla Koma HDP'ê  Gulseren Akkûm jî got, ''Tu agahî ji me re nehat. Meclîs nehate feshkirin. Bi fikra ku em aktîf in me biryar li ser da ku biçin şaredariyê lê nehiştin ku em biçin. Kartên me xwestin lê karê nivîsê kartên me nedan me. Herî dawî ji me 2 kes hatin hilbijartin û em çûn şaredariyê. Bi midûrê karê nivîsê re em axivîn, got, ew ê kartên me nedin me û karê wan hatiye sekinandin. Em ê gilih bikin. Bi termekî hiqûqî ev rewş nikare were vegotin.''
 
Her wiha endama Meclîsa Şaredariya Mezin a Amedê Gulîstan Ataş jî got tu agahî ji bo wan nehatiye ew ê ji hêla hiqûqî ve li heqê xwe bigerin.
 
Piştî daxuyaniya ku hat dayîn çalakiya îro bi dawî bû.