Li Êlihê jinek di minîbusê de bi şîdetê re rûbirû ma

  • 14:50 13 Îlon 2019
  • Rojane
ÊLIH - Li Êlihê di saetên şevê de ajovanê munubuseke li nava bajêr, jina di wesayitê de bi şîdetê re rûbirû hişt. Jineke ku ji paca mala xwe bûyer temaşe kir jî dîmen kişand û bertek nîşanî helewsta ajivan da.
 
Li Taxa Huzurê ya Êlihêî, ajovanê  minîbusa bi plakaya 72 D 0307 a li nava bajêr dixebite û navê wî nehat zanîn, jinek bi şîdetê re rûbirû hişt. Jineke ku ji paceya mala xwe bû şahida bûyerê bi kamerayê bûyer kêşand û bertek nîşanî helwesta mêrê ajovan da. Herwiha heman jinê dengê jina ku bi şîdetê re rûbirû maye û di qîre jî qeyd kiriye. 
 
Endamên Platforma Wekheviya Civakî ku li rayedarên polîs geriyan diyar kirin ku ji  wan re tu agahî nehatine dayîn. Polisê ku piştre li jina bû şahida bûyerê geriya û got wer îfadeyê bide jî serê sibehê careke din li heman jinê geriya û diyar kir ku bûyer tundiya li nava malêy wê jina bi tundiyê re rûbirû maye neyê qereqolê ji bo vê pêdivî bi îfadeyê nîne û hatina te ya qereqolê ne hewce ye. 
 
Derbarê tendirustiya jina bi şîdetê re rûbirû ma jî tu agahî nehat girtin.