Çalakiya Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê 13 roj in didome

  • 13:11 13 Îlon 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Çalakiya Dayikên Aştiyê ya li seytereya PDK'ê li dijî dorpêça ku 58 roj in Ii ser Wargeha Mexmûrê didome 13 roj in berdewam dike. Hîn jî asayîşa PDK’ê rojane nexweşên giran jî di nav de nahêle bi sedan karker û welatî derbazî Hewlêrê bibin.
 
58 roj in dorpêç û ambargoya ku rêveberiya Herêma Kurdistanê danî li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berdewam dike. Ji bo rakirina vê dorpêçê Dayikên Aştiyê Mexmûrê tevî şert û mercên dijwar jî 13 roj in li seyteraya PDK'ê ya di navbera Hewler û Mexmûrê de di çalakiyê de ne. Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê şev û roja xwe li wir derbas dikin.
 
Heta niha rayedarên hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê tu bersiv nedana dayikan. Dayik eşkere dikin ku heta ku dorpêç bi dawî nebe wê çalakiya wan jî berdewam bike. Rojane nexweşên giran ji bo nexweşxaneyê berê xwe didin Hewlêrê, lê asayîş rê nade ti nexweşek derbasî Hewlêrê bibe. Ji ber vê yekê roj bi roj rewşa nexweşan giran dibe.