Piştî teqîna li Pasûrê 2 kes hatin binçavkirin
- 13:08 13 Îlon 2019
- Rojane
AMED - Piştî teqîna li Pasûrê di lêpirsîna hat destpêkirin de Hevserokê HDP’a Pasûrê Abidîn Karaman û Midurê Karên Fenê yê Şaredariya Pasûrê Şener Aktaş hatin binçavkirin.
Li navçeya Pasûrê ya Amedê duh êvarê li ser rê teqînek pêk hat û tê gotin 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û 10 kes jî birîndar bûne. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de tê îdiakirin ku têkiliya Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Pasûrê Abidîn Karaman û Midurê Karên Fenê ya Şaredariya Pasûrê Şener Aktaş heye, hatin binçavkirin.
Kesek di teqînê de birîndar bibû ji nexweşxaneyê hat derxistin. 4 jê giran birîndar dermankirina 9 kesan li nexweşxaneyên cuda dewam dike.
Hat zanîn ku di çarçoveya lêpirsînê de derbarê 2 kesên din de jî biryara binçavkirinê derxistine.