Platforma Jinan a Demokratîk li Berlînê çalakî li dar xist
- 09:50 13 Îlon 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Platforma Jinan a Demokratîk li paytexta Elmanya Berlînê çalakiyeke protestoyî pêk hat.
Di çalakiya rûniştinê ya jinan de kuştina jinan li Tirkiye û Kurdistanê, darbeya li dijî şaredariyên HDP'î hate kirin û ambargoya li ser kampa penaberan a Mexmûrê hatin şermezarkirin.
Çalakiya rûniştinê li ber avahiya Rote Rathaus (Şaredariya Sor) a li paytext Berlînê pêk hat û qadeke navdar e.
Di çalakiyê de bi zimanên Elmanî, Kurdî û Tirkî dirûşm hatin qîrîn û bi sedan belavokên bi Elmanî û Îngilizî hatin belavkirin.
Jinan stran gotin, helbest xwendin û sirûdên şoreşgerî gotin.