Efe yê ku wesayeta zirxî lê qewimî jiyana xwe ji dest da
- 09:48 13 Îlon 2019
- Rojane
AMED - Zarokê bi navê Efe Tektekin ê 6 salî ku wesayeta zirxî lê qewimî jiyana xwe ji dest da.
Do li Kuçeya 5 Nisanê ya Navçeya Rezan wesayeta zirxî li zarokê bi navê Efe Tektekin ê 6 salî qewimî. Ji bo Efe teşhîsa xwîn çûye ser mejî danîbûn. Efeyê ku li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê tedawî didît, jiyana xwe ji dest da.