‘Em zarokên xwe neşînin wan qursan’

  • 09:11 13 Îlon 2019
  • Rojane
STENBOL - Endama Mislimanên Dijkapîtalîst Zeynep Doygu Agbayir diyar kir ku wê jî li wargehên cematê perwerda olî dîtiye û rastî îstîsmara zayendî hatiye wiha got: “Dewlet dibêje ‘cihên bê qeyd’ û îstîsmarê ji berpirsyariya xwe derdixe. Divê em berpirsyariya zarok bigirin ser xwe. Ji bo zarok neçin wan qursan divê em hewl bidin.”
 
Li Tirkiyeyê wargehên tarîkat û qursên Kuranê her tim bi îstîsmara li hember zarokan tê rojevê û hinek qurs bi ruhsat û hinek jî bê ruhsat in. Herî dawî li Umraniye ya Stenbolê komeleyeke bi navê Fikih-Der bê ruhsat bû. Derketibû holê ku Qursa Kuranê ya di bin bana komeleyê de faliyetê dimeşîne, berpirsê qursê Ome I. û hîndekar Haci Serkan B. û Tarik B, li hember xwendekarên razayî îstîsmara zayendî pêk anîne. Piştî îstîsmar derket holê berpirsê qursê û du hîndekar hatin girtin.
 
Endama Mislimanên Dijkapîtalîst û redkara wijdanî Zeynep Duygu Agbayir diyar kir ku wê jî li qursên cematê perwerde dîtiye û rastî îstîsmara zayendî hatiye û der barê mijarê de axivî.
 
Zeynebê got kesên ji kevneşopiya Sunnî tên mehên havînê diçin mizgehtan û piştre jî diçin cemat, tarîkat û dergahan. Zeynebê wiha got: “Divê ev bi berfirehî bê lêkolînkirin. Me li cematan piranî li ser hadîsan perwerde digirt. Mirov erebî û osmanî fêr dikin. Li ser pirtûkên tên pêşniyarkirin pirtûk tên xwendin. Ew dibin pirtûkên dersê. Di 12-13 salî de mirov cih digirin. Mirov berpirsyariya vê dijîn. Ez çûm gelek cematan. Min hewl dida ez rastiyê bibînim. Ez di 14 salî de tevlî Suleymaniyan bûbûm.
 
‘Li her derê wargehên Suleymanî hene’
 
Di Suleymaniyan perwerdehiyek giran heye. Em nikaribûn derkevin derve. Têkiliya me bi mêran re qedexe bû. Rojane rojên serşoyê hebûn. Nobetên xwarinê yên heftane hebûn. Li her derê yurdeke wargeha ya keç û xortan heye.”
 
Zeyneb bi parastina cewherî xilas bûye
 
Zeynebê bi lêv kir ku piştî demekê ji Suleymaniyan veqetyaye û wiha pê de çû: “Ez çûm weqfekê. Ez li wir rastî îstîsmarê hatim. Dergah hebû. Wek cihên ku jê re dibêjin bê qeyd. Ev jî wisa bû. Ez jî çûbûm malek wisa ketibûm dersê. Xoceyekî mêr li wir bû. Di esasê de tenê li mizgeftan xoceyên mêr dersê didin keçan. Li cemaat û tarîkatan ev zêde tune ye. Dema min mêr dît ez matmayî mam. Ez çûm ser rahleya xwe. Min mêze kir zarok tune ye. Ez sekinîm ku zarok bên. Kes tune bû. Xoce derî girt û got wê zarok bên. Ders da min. Kes nehat. Nêzî min bû. Got tu di ol de rizgariyê dibînî. Min nefikirî ku dest bide min. Min nizanibû ez çi bikim. Min rahle rakir û li serê wî xist. Ez piştre ji wir reviyam.”
 
‘Dibe were serê her kesî’
 
Zeynebê wiha got: “Wê demê min venegot. Gelo civakê wê bi kê bawer bikira, bi min ya bi mele. Tiştên min jiya ji bo zarokekê zehmet bû. Mirov nikaribû bi hêsanî bigota. Niha ez yekem car dibêjim. Ev tişt dikare bên serê her kesî. Zarokên diçin mizgeftan nafikirin ku zirarê bibînin. Dema mijar dibe mele kes bawer nake ku zirar jê bê. Lê mêrên ku bi zarokên me re tên rû hev, wê demê mêrantiya xwe datînin holê.”
 
‘Gelo dewlet vana nizane?’
 
Zeynebê got dewlet bi cihên ku wek bê qeyd yanî ‘bê ruhsat’ bi nav dike, kar rewa dike û got: “Çima hûn dizanin? Dema sê kes tên cem hev dewlet polîs bi ser me de dişîne. Qiyametê radike. Gelo ma nizanin ev der bê qeyd in, ev derên bê qeyd wisa zêde bûne, ne pêkan e ku agahiya wan tune be.”
 
Zeynebê destnîşan kir ku hevalek wê demek berê ji bo zarokê xwe li kreşê geriyeya lê mehaneya kreşê 2 hezar TL bû û got: “Ev mirovan ber bi çi dibe? Dibe cihên bin derenceyê. Cihê ku pê bawer dike ku der e? Cihê herî zêde dibêje ‘Xweda’. Nêrîna dayikê wisa ye. Li cihên wisa jî mehane 100-200 tl tê dayîn. Her wiha seranserê rojê ye. Dewlet jî dibêje ‘cihên bê qeyd’ û îstîsmarê ji berpirsyariya xwe derdixe. Divê em berpirsyariya zarok bigirin ser xwe. Ji bo zarok neçin wan qursan divê em hewl bidin.”
 
Zeynebê daxuyakirin ku divê ev cemat û tarîkat bên rakirin û tu derfet ji bo van neyê dayîn û hewcedarî jî bi Wezareta Karê Diyanetê tune ye. Zeynebê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku divê malbat her tim bi zarokên xwe re di diyalogê de bin û ji bo neşînin wan qursan jî divê em hemû hewl bidin û got ew jî ji hemû zarokan berpirs in.