‘Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî’
- 09:08 13 Îlon 2019
- Rojane
AMED - Heta niha li Zanîngehên Amed, Mêrdîn û Çewlîgê 150 hezar xwendekar perwerda zimanê kurdî dîtin, lê nehatin tayînkirin. Hevseroka Şaxa Hejmara 1 ya Egîtîm Sena Amedê Hatîce Efe diyar kir ku di destpêka dibistanê de zarok ji zimanê dayikê tên veqetandin û got: "Zarok bi travmayên mezin re rûbirû dimînin û divê ev pirsgirêk bê çareserkirin."
Îsal perwerdê wekî salên borî dîsa bi pisgirêkan dest pê kir. Ji bo herêmê jî pirsgirêka sereke perwerdeya bi zimanê kurdî ye. Li Zanîngehan Beşên Wêje û Zimanê Kurdî hatin vekirin û bi hezaran mamosteyên ciwan ji wir mezûn bûn. Lê heta niha mamosteyek jî di beşa xwe de dest bi kar nekir. Her wiha di sala 2012’an de ji bo dersa bijarte ya bi zimanê kurdî, li Zanîngehên Mêrdîn, Amed û Çewlîgê beşên kurdî hatin vekirin. Di sala 2013’an heta niha 150 hezar xwendekar ji van zanîngehan mezun bûn. Lê tu gav nehatine avêtin û hewldan ku beşa perwerda bi zimanê kurdî bigirin. Hevseroka Şaxa Hejmara 1 ya Egîtîm Senê ya Amedê Hatîce Efe derbarê girtina beşa kurdî ya li zanîngehan û li ser perwerdeya bi zimanê kurdî de nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.
'Pirsgirêkên mamoste û xwendekaran zêde ne'
Hatîce, diyar kir ku bi giştî di pergala perwedê de pirsgirêk hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mixabin pirsgirêkên xwendevan, mamoste û malbatan pir alî û gelek in. Niha li Tirkiyeyê 600 hezar mamosteyên ku nehatine tayîn kirin hene û pirsgirêka 20 hezar mamosteyên ku bi pêyman dixebitin hene. Di her polekî de jimareke zêde de şagirt hene. Malbatên ku nikaribin mesrefa dibistanê pêşwazî bikin ji gelek zêde ne. Em qala malbatên ku nikarin servîs û pirtûkan bikirin dikin."
'Zimanê biyanî hîn dibin'
Hatîce, di berdewamiya axaftina xwe de balê kişand li ser perwerdeya bi zimanê biyanî û wiha nerînên xwe anî ziman: "Pirsgirêka herî mezin ji bi hezaran şagirtên ku ji nû ve zimanekî biyanî nasdikin hene. Di sala destpêkê de ew ji zimanê dayikê tên veqetandin û mecbûrê zimanên biyanî tên hiştin. Bi taybet jî ji ber ku li herêmê perwerdeya bi zimanê zikmakî tune ye, zarok bi travma û pirsgirêkên pîskolojîk ên cidî re rûbirû dimînin. Ev tişt di demên pêş de dibe sedemê pirsgirêkên qet nayên fikirîn ji.”
‘Zimanê zikmakî nabe waneyek hilbijarte’
Hatice, destnîşan kir ku xwendekarên ku di beşa kurdî de mezun bûn nehatin tayînkirin û wiha got: "Xwendekarên ku di beşe kurdî de mezûn bûne qet nayên tayîn kirin û ger hatibin jî pir kêm in. Hinceta perwerdeya netewî ji ew e dibêjin mamosteyên ziman tune ne. Zimanê kurdî weke waneyek bijarte dihat dayîn û niha li hember wê yekê ji êdî pirsgirêkan derdixin bi hinceta mamoste tuneye yan ji pirtûk û amadekarî nîne. Niha ji bo xwendekar beşa kurdî hilnebijêrin pirsgirêkan derdixin holê. Bi sedan mezûnên zimanê kurdî hene ku nayên tayîn kirin û rexmê wê ji weke hincet dibêjin mamoste tuneye."
‘Bila beşên bi kurdî neyên rakirin’
Hatîce, bal kişand ser hewlesta li hemberî zimanê kurdî û wiha bilêv kir: "Zimanê zikmakî nabe waneyek hilbijarte. Divê perwerdeya bi zimanê kurdî bi awayeke fermî bê dayîn. Niha di asteke wisa de ye ku dibêjin wê beşa kurdî rakin.”
‘Bila dev jî polîtîkayên qirêj berdin’
Hatice wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê bi her avayî li dijî biryara bi vî rengî bertek bên nişandan. Ji bo bi zimanê kurdî perwerde bê kirin helwest bên nişandan û bila kurdî bibe zimanê fermî jî. Divê netenê wekî derseke bijarte be. Em Wezareta Perwerdeya Mîlî şermezar dikin û dibêjin bila dev jî siyaseta qirêj ya li hemberî zimanê kurdî berde. Divê em li her qadê ji bo perwerda bi zimanê kurdî di nav têkoşînê de bin. Mamosteyên ku bi kurdî hatin perwerdekirin bila dest bi karê xwe bikin.”