ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2019'AN

  • 09:00 13 Îlon 2019
  • Rojev
* Jinên Efrînê yên ku li Kampa Serdemê ya Şehbayê dimînin, derbarê zehmetiyên  nexweşiya şekir û kêmasiya derman de dibêjin: "Li Şehbayê dermanên nexweşiya şekir  peyde nabe. Pêwîstiya me bi dermanan heye, em bi zehmetiyên nexweşiya şekir re rû bi rû dimînin." 
DÎMEN HEYE
 
*Dibistanên Kantona Kobanê deriyên xwe ji bo sala nû vekirin. Berdevka  Desteya Perwerdeyê Cûmana Misko got: "Kêmasiyên ku di werzên borî de  derketine, me li gor derfetên xwe çareser kirin, loma em di vê baweriyê de ne ku wê ev sal baştir û serkeftîtir be. Perwerde ji bo pêşketina civakê girîng e loma divê em di vê qadê de baş bixebitin."DÎMEN HEYE
 
*Jina ku êş, kul, dîrok û hezkirinên xwe bi pênûsa xwe tîne ziman di heman demê de têkoşîna parastina çand û hunerê dide. Hindê Abdulqadir a ku li Kobanê dijî pirtûkan li ser çîrok, dîroka jinan û jiyana jinana dinivîse. Nivîsên min dîroka jinan a rast  şîrove dike. Min jiyan ji nû de dest pê kir û afirand. Di heman demê de têkoşîna min li dijî zîhniyeta baviksalarî berdewam e. Pênûsa min dengê  êşa dilê jinê ye û dîroka wê ye rast şîrove dike ." DÎMEN HEYE
 
*Heta niha li Zanîngehên Amed, Mêrdîn û Çewlîgê 150 hezar xwendekar perwerda zimanê kurdî dîtin, lê nehatin tayînkirin. Hevseroka Şaxa Hejmara 1 ya Egîtîm Sena Amedê Hatîce Efe diyar kir ku di destpêka dibistanê de zarok ji zimanê dayikê tên veqetandin û got: "Zarok bi travmayên mezin re rûbirû dimînin û divê ev pirsgirêk bê çareserkirin." DÎMEN HEYE
 
*Ji Platfroma Krîza Avhewayê ya Enqereyê Nîlgun Engîn û Îrem Usta diyar kirin ku krîza avhewayê ya ji çapemeniyê nayê bihistin wê ji wan bê bihistin û got wê di 20-27’ê îlonê Hefteya Greva Avhewaya Global de îmzeyê bavêjin gelek bernameyan û li dijî krîza avhewayê wê  rayedaran hişyar bikin. DÎMEN HEYE 
 
*Endama Mislimanên Dijkapîtalîst Zeynep Doygu Agbayir diyar kir ku wê jî li wargehên cematê perwerda olî dîtiye û rastî îstîsmara zayendî hatiye wiha got: “Dewlet dibêje ‘cihên bê qeyd’ û îstîsmarê ji berpirsyariya xwe derdixe. Divê em berpirsyariya zarok bigirin ser xwe. Ji bo zarok neçin wan qursan divê em hewl bidin.”DÎMEN HEYE 
 
*Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun, diyar kir ku bi tu awayî nikare vegotina xespa îradeyê bê vegotin û got ew bi darbeyeke siyasî re rû bi rû ne. Remziyeyê bi lêv kir ku ew amade ne malbatên li ber HDP’ê runiştine guhdar bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Malbatan li hember me sor dikin, lê wê negihêjin armanca xwe. Di vê mijarê de divê gelê me xwedî hişmendî be. Em ê neyên lîstika desthilatdariyê û heta em bigihîjîn armanca xwe jî em ê li kolanan bin.” BI DÎMEN
 
*Li Şengalê Eşîra Simokiyan ev 120 sal in wekî kevneşopiya bi hev şêwirandinê rojên xêran çê dikin. Di vê rojê de kesên ku xizan bin alîkarî bi wan tên kirin. Jinên ku beşdarî vê roja taybet bûne gotin:"Ji bo parastina nasnameya xwe em kevneşopiyên xwe biparêzin."
BI DÎMEN