Lihkombûna Êlên Kurd bi daxuyaniyekê bi dawî bû
- 17:54 12 Îlon 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Lihevkombûna Êlên Kurd ên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ÇapemenIYÖ bi dawî bû.
Di pêşengtiya Desteya Rûsipiyên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê de, lihevkombûna Êlên Kurd ên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê bi dirûşmeya "Bi dilsoziya bi giyanê pakrewanan re berxwedana me ji bo parastina gel û destkeftiyên me berdewam e", ku li Hola Berdayîs ya bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişloyê dest pê kirbû, bi daxuynaiyek çapemeniyê bi dawî bû. Daxuyanî ji aliyê Hevserok TEV-DEM`ê Xerîb Hiso ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha bû:
Em weke kesên beşdar ji raya giştî re diyar dikin ku doza kurdî li Sûriyê bi rêya çareseriyeke wekhev û destûreke Sûriyeyek demokratîk nû wê biparêze veguhestina sereke ya çareserkirina aloziya Sûriyê û tevahî herêmê ye. Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji beriya zêdeyî 5 salan û heta niha sedema aramî û ewlehiya ku em û hevalbendên xwe li welêt jiyanekek hevbeş dijîn e. Çarenûsa me yeke. Hevrêyên me di yek xendeqan de çi ereb, suryan, ermen, misliman, xiristiyan û êzidî ne. Em gefên ku Serokkomarê tir Erdogan ê ku destekê dide DAIŞ`ê û rêxistinên faşîst red dikin. Ev gefên wan hemû xebatên ji bo aştî, aramî û ewlehiya li Sûriyê û herêmê têk dibe. Gefên wan bi awayekî neynî bandorê li hundirê Tirkiyê bi dehê qatan dike. Ev yek ne li gorî qanûnên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. di heman demê de ne li gorî serweriya, pîvanên naneteweyî yên başbûna dewletên cîran e jî.
Gotinên rejîma tirk ji rastiyê dûr in
Gotegotên ku rejîma tirk dibêje ji rastiyê pir dûr in. Bi taybe rejîma tirk nikare rewşeke dijber ji aliyê me ve ku aramiya Tirkiyê û dewletên cîran tevlî hev bike, bêje. Lê berovajî vê yekê em hemû dizanin ku rejîma Erdogan ji kesên sereke ku destek dan ku dewleta Tirk ji aliyê DAIŞ`a faşîst were dagirkirin. Me guleyek ber bi sînorê Tirkiyê ve ne avêt. Ji ber ku em aştîxwazin û em bi rêya Rêveberiya Xweser diyalogên ku serweriya Sûriyê û yekîtiya axa wê dixwazin e , ji bo çareseriya aloziyê. Em bang li DYA`yê ku Koolîsyona Navneteweyî bi rêve dibe dikin ku kombûna dewletên ereban û hemû rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi erka xwe rabin.
Heta dawî em ê têkoşîna xwe bidomînin
Em bang li Şamê dikin ku dest bi diyalogên cidî bi MSD`ê re bike da ku aloziya me çareser bibe û hemû hewldanên li dijî ewlehiya xakê werin qutkirin û Sûriyê ji hemû pêkhateyan re be. Em soza xwe bi QSD`ê re nû dikin ku em ê li hember hemû êrîşan bisekinin. Herwiha wiha Em ê li kêleka rêveberiya xwe Rêveberiya Xweser a Demokratîk biskinin heta ku hemû arîşe û metirsî bidawî bibin.