Çalakiya li dijî qeyûm di roja 25'an de ye

  • 17:29 12 Îlon 2019
  • Rojane
AMED - Di çalakiyên ku li dijî qeyûm tên lidarxistin de, endamên meclisê ku xwestin bikevin şaredariyê hatin astengkirin, ji ber astengkirina avahiya şaerdariyê  endamên meclisê li serdozgeriyê serlêdana sûc kirin. 
 
Bi fermana Wezîrê Karên Hundir li Amedê, Mêrdîn û Wanê qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin hatin kirin. Çalakiya li dijî qeyûman di roja 25'an de li Amedê berdewam kir.  Qada ku her roj çalakî lê tê lidarxistin kolana Lîseyê beriya çalakiyê bi bariyerên polîsan hat dorpêçkirin û li serê kuçeyan jî wesayitên polîsan hatin bicihkirin.  Ji parlamenterên HDP'ê Îmam Taşçier, Musa Farîsogullari, Semra Guzel û Mansur Işik tevlivli çalakiyê bûn. Herwiha nûnerên HDP'ê yên Karadenizê jî ji bo ku tevli çalakiyê bibin hatin Amedê. 
 
 'Stran hatin gotin'
 
Li gel dorpêçê gelek kes tevli çalakiyê bû. Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli dema ku hat cihê çalakiyê bi çepikan hat pêşwazîkirin. Selçûk piştî ku çalakvan yek bi yek silav kirin piştre di çalakiyê de cihê xwe girt. Navenda Çandê ya Mezopotamyayê bi pankarta "Dest nede îradeya min" ketin qadê. Piştre jî Endamên Komeleya 78'an ku ji Amed, Mêrdîn û Êlihê hatin bi pankarta "Em Darbeya 12'ê Îlonê şermezar dikin" ketin qadê. Polîs xwest ku koma NÇM'ê alavên xwe yên muzîkê rakin. Lê ser vê hunermendan bê alavên muzîkê bi gel re stran gotin. 
 
'AKP Nûnerê dawî ye'
 
Endamên Desteya Rêveber a Komeleya 78’an, li qada nobedê, di derbarê salvegera Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de daxuyanî dan çapmeniyê. Endamê Komeleya 78’an a Amedê Mazhar Aktaş, daxuyanî da û wiha got: “Dabeya 12’ê Îlonê li ser gelên Tirkiyeyê travmayên mezin dane avakirin. Bandora darbeye hîna jî dewam dike. Ji roja darbeyê û vir ve em di nava lîstîkekê de ne. Nûnerê herî dawî yê vê lîstîkê desthilatdariya AKP’ê ye.”
 
'Zîhniyeta Evren têk çû'
 
Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan jî, diyar kir ku hişmendiya faşîzane wê nekare civakê dibin zextan de bigire û got: “Bi israr em vê yekê dibêjin. Sekna me û vîna me wê hişmendiya ji Kenan Evren hatiye girtin têk bibe.”
 
'Pêdiviya welat bi HDP'ê heye'
 
Endamê Deryareş a HDP’ê Huseyîn Taka jî, dest nîşan kir ku mijara qeyûm ne mijarek ji rêzê ye û wiha bilêv kir: “Li dijî aştî û demokrasiya welat darbeyek mezin heye. Têkoşîna li dijî vê jî di heman demê de xizmeta demokrasiyê ye. Ji bo ku pêşketin û mezinbûna HDP’ê asteng bikin, bi her awayî êrîş dikin. Lê HDP wê bi van zextan neyê astengkirin. Ji ber ku pêdiviya welat bi HDP’ê heye.”
 
'Biyar ne meşrû ye'
 
Li ser nvê MKM’ê Derhêner Îlhamî Bakir jî axivî û wiha got: “Biryara qeyûm ne meşrû ye. Bi rojane gelê me li dijî biryara xespkirina vînê li ber xwe dide û xwedî vîna xwe derdikevin. Destûr nedan ku em enstrumanên xwe bînin qadê. Gelo çima mirov ji van enstrumanan ditirsin? Em baş dizanîn ku desthilatdarî ji stranên gel ditirse. Ji ber ku stranên gel ji qanûnên wan bi hêztirin.”
 
Piştî daxuyaniyê, endamên Meclîsa Şaredariyê xwestin bikevin avahiya xizmetê. Lê polîsan destûr nedan wan. Endamên meclîsê li ser vê yekê, gotin wê li dozgeriyê gilî bikin û dûre ji qadê veqetiyan.