Saziya Tenduristiyê ya Mexmûrê ji bo dorpêçkirinê daxuyanî da
- 16:59 12 Îlon 2019
- Rojane
MEXMÛR - Sazîya Tendirustiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi daxuyaniyek nivîskî dorpêça ku ji aliyê PDK’ê ve ev 57 roj in li ser wargehê berdewam dike şermezar kir.
Ji 17’ê Tîrmehê ve Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) jî alîyê hêzên PDK’ê ve di nava ambargoyê de ye û bî tu awayan asayîşa PDK’ê nahêle nexweş û karker derbasî Hewlêrê bibin. Ji ber vê ambargoyê Dayikê Aştiyê ev 12 roj in li asayişa PDK’ê ya ku 10 km ji wargehê dûr e di nav berxwedanê de ne. Saziya Tendirustiyê ji bo şermezarkirina vê dorpêça ku ev 57 roj in berdewam dike daxuyaniya niviskî da. Daxuyanî jî alîyê endama Sazîya Tendirustiyê Dîme Bulend ve hat xwendin.
Dî despêka daxuyanîyê de wiha hat gotin:" Ji 17’ê Tîrmehê ve dorpêça ku ji aliyê Hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê (PDK) li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî didome. Ev dorpêç bandoreke xwe ya neyînî li ser jiyana 12-13 hezar kesî dike. Yek ji bandorên sereke yên vê dorpêçê jî di aliyê tenduristiyê de xwe dide der. Nexweşên ku ji bo Hewlêrê tên rêkirin, an bi zorê têne derbaskirin an jî ji aliyê asayîşê ve paşde têne zivirandin. Ev yek jî bûye sedema ku heta niha 2 zarokên ku di zikê dayika xwe de jiyana xwe ji dest bidin. Li aliyekî din jî bi dorpêça demdirêj a li ser wargehê re jî êdî di peydakirina pêdiviyên dermanan de jî astengî derketine pêş. Êdî gelek dermanên pêwist ji bo nexweşan nayên pêdekirin. Ev bi xwe re gelek pirsgirêkên xeternek yên li ser jiyana şêniyên wargehê dide avakirin. Bi taybet kesên temenmezin û zarok dibin qurbaniyê vê berteka hikumeta herêmê ya li dijî wargehê."
'Pêwist e demek ji dema din zûtirîn ev dorpêç were rakirin'
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:" Em weke Komîteya tenduristiyê ya Wargeha Şehîd Rustem Cudî careke din bang li serokê hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê û hemû aliyên peywendar dikin ku guh bidin dengê şêniyên wargehê û di demek zûtirîn de dorpêça li ser wargehê bi dawî bikin. Ji bo vê yekê jî vekirina deriyê Hewlêrê ew ê rê li gelek pirsgirêkan bigire."