'Tişta darbekarên 12'ê Îlonê nekirin hikûmeta AKP 'ê dike'
- 14:50 12 Îlon 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Parlamentera DHP'ê Meral Daniş Beştaş di roja 25'emîn a çalakiya li dijî qeyûm de axivî û wiha got: "Ji ber ku bi darbeya 12'ê Îlonê re hevrûbûn pêk nehat îro qeyûm tên tayînkirin. Tişta ku darbekaran nekir îro AKP dike."
Çalakiya li dijî qeyûmên tayînî şaredariya Amed, Wan û Mêrdînê kirin hatibû destpêkirin li Mêrdînê di roja 25'emîn de berdewam dike. Parka Karayollari ku çalakî lê tê lidarxistin ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û ber deriyê Avahiya HDP'ê ya Mêrdînê jî bi meralên polîsan hat girtin. Polîsan parlamenter Dersim Dag, Meral Daniş Beştaş, Ebru Gunay , Sidik Taş û Omer Ocalan, Dayikên Aştiyê ku xwestin biçin qada çalakiyê asteng kirin û nehiştin ku biçin. Heyetê wekî duh îro jî li ber avahiya partiyê çalakiya rûniştinê li dar xist. Heyeta ku li ber pankarta "Îradeya gelan nikare bê xespkirin ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Gel bi sitran û dirûşman çalakiya xwe berdewam kir.
'Heta em qeyûm ji ser kursiyê daxin em ê li qadan bin'
Piştî çalakiya ku du saetan berdewam kir parlamentera Mêrdînê Ebru Gunay axivî û got ku ew di salvegera Darbeya 12'ê Îlonê de bi darbeyeke nû re rûbirû ne û wiha berdewam kir: "Bi vê darbeyê re îradeya gelê kurd û ya bajaran tune hat hesibandin. Em jî ji berê û heta niha li dijî darbeyan li ber xwe didin. Em îro jî lidijî darbeyan l iber xwe didin. Heta ku em qeyûm ji ser kursiya lê rûnitşiya ranekin û xediyê rastyeqîn li ser rûnenênin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."
'Ji ber ku bi 12'ê Îlonê re hevrûbûn pêk nehat îro darbeyên nû tên kirin'
Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş jî ev tişt got: "Ji bo darbeya leşkerî hevrûbûn pêk nehat. Ji ber ku ev pêk nehat îro darbeyên nû tên kirin. AKP dema heta ser kar got em ê hesabê 12'ê Îlonê biprisin. Lê îro wan darbe pêk anî."