Yekem car paymengeh li Şehbayê hat vekirin

  • 11:18 12 Îlon 2019
  • Rojane
Hesna Muhemed
 
ŞEHBA - Mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Herêma Efrînê bi alîkariya Desteya perwerdeyê, paymengehek bi navê 'Şehîd Viyan Amara' li Şehbayê vekirin.
 
Mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) bi alîkariya Desteya Perwerdeyê ya Herêma Efrînê cara yekem li Kantona Şehbayê paymengeha bi navê 'Şehîd Viyan Amara' vekirin. Di nava du mehan de amadekariyên vekirina vê peymangehê ji bo xwendekaran dom kir. Ev nêzî hefteyeke qeyd dest pê kiriye. Di peymangehê de 5 beş hene, Zanyarî, Bîrkarî, Fîzîkî, Zimanê Îngîlîzî û Kîmya. Têkîldarî peymangehê mamoste û xwendekaran nêrînên xwe parve kirin.  
 
'Me zinddan veguhert dibistanê'
 
Ji rêveberiya peymangehê Mamoste Bêrîvan Omer bal kişand ser armanca peymangehê û wiha got: "Peymangeha Viyan Amara li Efrînê me vekiribû, lê hat dagirkirin. Nêzî du meh in em amadekariya peymangehê dikin da ku xwendevan ji xwendinê xwe nemînin. Armanca me ji vekirina peymangehê ew e ku xeta berxwedanê xurt bikin û zanistî pêş bikeve. Di dema rejîmê de ev cih zindan bû, me veguherand dibistanê. Me zinddan veguhert dibistanê. Em ê di demek nêz de dêriyê peymangehê ji xwendevanan re vekin." 
 
'Her tim em bi yekbûna gelan bang dikin'
 
Mamosteya zimanê Îngîlîzî, Lîne Dîngil li ser girîngiya zimanê Îngîlîzî axivî û wiha domand: "Avakirina vê pêymangehê cihê şanaziyê ye. Em weke mamoste erka perwerdekirina xwendekaran digirin ser milê xwe. Em weke gelê Kurd her dem bi yekbûna gelan bang dikin, ji ber wê yekê me girîngiya zimanê Îngîlîzî jî di peymangehê de dît. Armanca me perwerdekirina xwendekaran a di xeta rast de ye."
 
'Xeyalên me careke din pêk tê'
 
Xwendekara ku hatiye xwe li paymengehê tomar bike, Esme Mewlud kêfxweşiya ya vekirina paymengehê anî ziman û got: "Em weke xwendekarên Efrînê me dev ji xwendina xwe berneda û li Şehbayê careke din xwendina xwe domand. Ev jî cihê serkeftinê ye. Niha jî mamosteyên me peymengeh ji bo me dan avakirin, em kêfxweş bûn ku heya dawiyê em ê xwendina xwe berdewam bikin û xeyalên xwe pêk bînin. Min xwe di beşa Kîmiyayê de tomar kir."