Dîdar Gul: Ez ê dest ji têkoşînê bernedim
- 09:08 12 Îlon 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Dîdar Gul a SKM’î ku dema ji mala xwe derdiket, bi hewldana revandinê re hat rû hev, diyar kir ku berê jî ji aliyê kontragerîlayan ve rastî tehdîdan hatiye û wiha got: “Ez ê li dijî mejiyê dewleta ku ji jinan ditirse, her tim têkoşîna xwe bimeşînim.”
Endama Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Sosyalîst a Bindest (ESP) û Endama Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Dîdar Gul di 6’ê îlonê de bi hewldana revandinê re hat rû hev. Dîdarê der barê mijarê de bertek nîşan da û diyar kir ku li pişt vê êrîşê zîhniyeta dewleta ku ji hebûna jinan li kolanê û jiyana siyasî, ditirse heye û wiha pê de çû: “Tevî hemû tehdîdên kontragerîla ez ê dest ji têkoşînê bernedim. Ez ê li kolanan bim. Min serî li Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) da. Li dijî şîdeta li hember jinê, piştevaniya jinê girîng û pêwist e.”
‘Ez ji aliyê kongragerîlayan ve hatim tehdîdkirin’
Dîdarê da zanîn ku ev hewldana êrîşê di encama zîhniyeta dewleta ku ji jinan ditirse, naxwaze dakeve kolanê û li qadên jiyanê tune bin, pêk hatiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên li dijî vê zîhniyetê serî hildidin li kolanê rastî hewldana revandin û binçavkirinê tên. Bi salan bû ez ji aliyê yekîneyeke bi navê Teşkîlata Ewlehiya Cemawerî (KGT) ve rastî tehdîdê hatim. Bi îşkence û kuştinê ez hatim tehdîdkirin. Yên derdora min hatin revandin. Lê min dest ji têkoşîna xwe berneda. Vê jî dijminahiya wan zêdetir kir. Tacîza sîstematîk berdewam kir.”
‘Em rêhevaltiya jinê girîng dibînin’
Dîdarê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Demek berê li dijî kuştinên jinan, jinan serî hildan û ketin nava piştevaniyê. Ji ber vê em bi şîdetê re hatin rû hev. Di esasê de ev hemû girêdayên hev in. Ev mêjiyê dewletê ya ku serdestiya mêr hildiberîne, nîşan dide. Em rêhevaltiya jinê girîng dibînin.”