'Me Zindana Navçeya Ehdasê veguharand cihê dibistan û zanebûnê'
- 09:02 12 Îlon 2019
- Rojane
Tolîn Muhemed
ŞEHBA - Bi dawîbûna betlaneya havînê, xwendevanên Efrînê dest bi dibistanan kirin. Mamoste û xwendevanan hestên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Em bi zimanê dayikê dixwînin û li hember dijmin dibin bersiv."
Li Ehdasê ya girêdayî Şehbayê xwendevanan dest bi dibistanan kirin. Li dibistana navçeya Ehdasê nêzî 1000 xwendekarî ji wan 400 yên dibistana amadehiyê dest bi xwendinê kirin. Têkildarî vê mijarê xwendekar û mamosteyên dibistana Ehdasê nêrînên xwe bi me re parve kirin û gotin: “Em ê xwendekar têbikoşin û xwendina xwe bidomînin heta em digihêjin armanca xwe.”
‘Hêviya me ew e xwendekar xwendinên xwe serkeftî derbas bikin’
Mamoste Valentîna Welo vekirina dibistanan li xwendekaran û mamosteyan pîroz kir û wiha got: "Ev bû 2 roj me dêriyê dibistanan ji xwendevanan re vekir. Em vekirina dibistana li hemû xwendekarên xwe pîroz dikin, xwesteka zarokan ji zimanê dayikê re heye û ber bi çav e. Hejmarek mezin ji zarokan beşdarî dibistanan bûne. Em bi hêvî ne xwendekar bi xwendina xwe serkeftî bin. Mamoste bi zarokan re eleqedar dibin û jiyana rast nîşanî wan didin. Ew jî cihê serbilindiyê ye. Refa yekemîn heta çaremîn ji saet 7.30'î vê sibehê heta 11.30'an didome. Ji refa pêncemîn heta refa amadehiyê ji saet 12.30'an heta 16.30'an berdewam dike. Dibistan bi sîstemek baş derbas dibe.”
‘Me Zindana Navçeya Ehdasê veguharand cihê dibistan û zanebûnê’
Xwendekara bi navê Zeyneb Lolo jî hestên xwe ya vekirina dibistanan anî ziman û got: "Piştî em koçberî Şehbayê bûn bi alîkariya mamoste û xwendekaran dibistan hatin vekirin û me zîndana Navçeya Ehdasê veguharand cihê dibistan û zanebûnê. Tevî zor û zehmetiyan em weke xwendekar bi rola xwe ya serkeftinê li hember dagirkeriyê disekinin û xwendina zimanê dayikê berdewam dikin.”
‘Em ê têbikoşin heta em dighêjin armanca xwe’
Henîfe Heco bal kişand ser zimanê dayikê û wiha domand: “Ev bû du sal em li Şehbayê xwendina xwe didomînin, em pê kêfxweş in, ji ber ku bi zimanê dayikê dixwînin û li hember dijmin dibin bersiv. Em ê tekoşîna xwe bidomînin heta em digihêjin armanca xwe.”
‘Dijmin bi vîna zarokên Efrînê nikare’
Zaroka bi navê Rûsyel Şêx Fadêl a derbasî refa duyem bûye, kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha pê de çû: “Em kêfxweş in îro bi zimanê dayikê xwendina xwe didomînin. Em zarokên Efrînê teslîmkariyê qebûl nakin û dijmin çi dike bila bike nikare vîna zarokên Efrînê bişkîne.”