Leyla Guven:Divê tu kes ji rêzê nêzî vê mijarê nebe
- 15:45 11 Îlon 2019
- Rojane
AMED - Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê Leyla Guven ku di Nobeta Demokrasiyê ya li Amedê berdewam dike de axivî got; "Mijara li ser navê sê bajaran ket rojevê ne mijara qeyûman e û mijar kurtir e. Guhekî wê li Rojava û yek li Başur e. Têkçûna AKP -MHP'ê ye. Divê tu kes ji rêzê nêzî mijarê nebe."
Çalakiya li dijî qeyûman a Demokrasiyê ku li Amedê li dijî tayînkirin qeyûman hat destpêkirin di roja 24'emîn de berdewam dike. Girseya ku di çarçoveya çalakiyê de li ser Kolana Lîseyê ku derdikeve ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kom bû dirûşmên, "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin", " Tundî me bêzar nake" û "Wê qeyûm biçin gel bimîne" berz kir. Di çalakiya ku hat lidarixstin de li gel girseya gel rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên bajarê Amedê û navçeyên wê, hevşaredarên navçeyan, Parlamentera DHP'ê Salîha Aydenîz, Remziye Tosun, Feleknas Uca, Semra Guzel, Nuran Îmîr, Leyla Guven, Meclisa Dayikên Aştiyê , aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Hevşareddar Selçûk Mizrakli û gelek nûnerên rêxistinên saziyên sivîl tevli bûn. Çalakî îrojî bi dirûşman hat destpêkirin.
'Em ê dorpêçê ji holê rakirin'
Li kursiya serbest ku hat avakirin di serî de parlamentere Feleknas Uca axivî, çavdêriyên xwe yên li Başûrê Kurdistanê û silvên gelê wêderê ji çalakgeran re ragihand. Feleknasê diyar kir ku wê Kampa Mexmûrê jî ziyaret kiriye, dayikên li dijî dorpêçê di berxwedanê de ne bi bîr xist û wiha got: "Ji ber ku nikaribûye biçe nexweşxaneyê jinên ber avêtine hene. Kesên ku ev bi van kesan dane jiyîn divê ji vê şerm bikin. Ger ku kurd nebin yek nikarin li hember dijîminê xwe bibin bersîv.Em ê vê dorpêçê ji holê rakin."
Piştî Feleknasê jî Nuran Îmrî diyar kir ku ew ê berxwedan geştir bibe û bidome.
'Konsepta ku pilan kirin di destê wan de ma'
Herî dawî Hevseroka Kongerya Civaka Demokratîk û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven axivî û got ku wê silavên gelê Colemêrgê anîne û wiha berdewam kir: "Her çend ku dixwazin vê têkoşînê asteng bikin jî gelê me bi biryar li ber xwe dide. AKP û MHP bi zilma ku li ser Gelê Kurd didin meşandin dixwazin hebûna xwe mayînde bikin. Lê konsepta ku pilan kirin di destê wan de ma."
'Divê kesek ji rêzê nêzî ve mijarê nebe'
Leya bi bîr xist ku ew bi konsepteke nû re rûbirû ne û got ku gelan qeyûmên hatin tayînkirin bi kedeke mezin paşve şandine. Leyla wiha berdewam kir: "Mijara li ser navê sê bajaran ket rojevê ne mijara qeyûman e û mijar kurtir e. Guhekî wê li Rojava û yek li Başur e. Têkçûna AKP -MHP'ê ye. Divê tu kes ji rêzê nêzî mijarê nebe."
'Divê dayik li ber deriyê kesên di şer de isrardikin bin'
Leyla anî ziman ku Çalakiy rûniştina li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê provokasyon e û wiha got: "Lîstika wan pûç dibe. Îro li gorî agahiyên ji mere hatin, du dayikên tev li çalakiyê bûbûn lêborîn xwestin û ji wir veqetiyan. Niha AKP-MHP di rewşa dijwar de ye. Niha li pêş avahiya HDP'ê provokasyon heye."
Çalakgerên Nobeta Demokrasiyê piştî axaftinan 5 deqîqeyan çalakiya rûniştên li dar xitin û belav bûn.