Li Şirnexê dîwarê TOKÎ’yê hilweşiya

  • 13:14 11 Îlon 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Taxa Îsmetpaşa ya Şirnexê TOKÎ’'yê ku hatine çêkirin  dîwarê dora wan ê  îstînatê duh di saetên êvarê de hilweşiya.
 
Li navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Silopî û Hezexê di navbera 2015 û 2016’an de di serdema qedexeya derketinêna derve de gellek tax hatibûn serûbinkirin. Li şûna xaniyên gel Îdareya Malên Komî (TOKÎ) û Wezareta Bajarvanî û Hawîrdorê bi hevkarî 9 hezar 270 xanî çêkirin û hêj jî ev xanî nedane xwediyên wan. 
 
Li Taxa Îsmetpaşa ya Şirnexê, TOKÎ’yên ku hatine çêkirin dîwarê dora wan ê îstînafê weşiya. Dîwarê hilweşiyaye TOKÎ’yên ku hatine çêkirin jî dixe xeterê.     
 
Her wiha hat zanîn ku TOKÎ’yên li Taxa Îsmetpaşa ku dîwarên wan ê îstînafê weşiyaye hîna radestî gel jî nehatine kirin.