'Di şexsê Dîba Keskîn de gelê Erdîşê hat darizandin'

  • 11:16 11 Îlon 2019
  • Rojane
WAN - Hevseroka Şaredariya Erdîşê ya berê Dîba Keskîn ku dewsa wê qeyûm hatibû tayinkirin û piştre hatibû girtin, ji doza ku dihat darizandin hat tehliyekirin. Jinan derbarê mijara tehliyekirina Dîba de nêrînên xwe anîn ziman. Jinan diyar kirin ku girtina Dîba bêhiqûqî ye û gotin:"Di şexsê Dîba Keskîn de gelê Erdîşê hat darizandin."
 
Hevseroka Şaredariya Erdîşê ya berê Dîba Keskîn ji doza "Îlana Xwerêvebirinê" ve hatibû darizandin û 13 sal û 9 mehan cezayê girtîgehêlê hatibû birîn. Di dosyaya ku 38 kes dihatin darizandin Dîba Keskîn 3 sal û 11 mehan li Girtîgeha Jinê ya Girtî ya Sincana Enqereyê hat girtin. Di tebaxa 2018'an de Dîbayê bi îdiaya "Endama rêxistinê" ceza girtibû û ev ceza hat xerakirin. Piştî vê biryarê rûniştin hat dîtin û Dîbayê hat tehliyekirin. 
 
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku dewsa wê qeyûm hat tayinkirin, Bedia Ozgokçe, Hevseroka Şaredariya Erdişê Yildiz Çetin û Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan biryara tehliyekirina Dîbayê nirxandin. 
 
'Jin hedef hatin girtin'
 
Yildizê wiha got:"Tayinkirina qeyûman biryarek kêfî ye. Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Di vê mijarê de bi taybet wekî her demê jin hedef tên girtin. Dîba hevserokek ku hatiye hilbijartine. Me dema Şaredariya Erdîşê paş ve girt me dît ku gelek deyn heye û texrîbatek mezin qeyûman li dû xwe hiştin. Niha em ji dil û can hewl didin ku Şaredariya Erdîşê ji vê texrîbata ku qeyûm li dû xwe hiştiye rizgar bikin." 
 
'Ev darbeyek siyasî ye'
 
Bedia Ozgokçe wiha got:"Dîbayê di encama beşdarbûna daxuyaniyek azadiya fikir û raman diparê ze de hat binçavkirin û girtin. Bi hinceta propaganda, endamtî û gelek tiştî ji aliyê dadgeha herêmî ve ceza girt.  Îktidar her dem bi hincetên cuda xebatkarên partiyê hedef digirin û binçav dikin an jî digirin. Her dem bi heman hincetê êrîş dikin lê êdî gel ji van lîstikan bawer nake. Derbarê me hukmekî teqez nehatiye dayin tenê lêpirsîn hene. Ji ber hincetên vala me digirin. Dixwazin hilbijêrên Kurd ji me dûr bixin. Ev darbeyek siyasî ye. Dixwazin me ji civakê dûr bixin lê ew ê nikaribin bi ser bikevin." 
 
'Di şexsê Dîba Keskîn de gelê Erdîşê hat darizandin'
 
Herî dawî Muazzez Orhan wiha got:"Di serdema berê de jî êrîşî HDP'ê kirin. Niha jî darbeya qeyûm heye. Ev li dijî îradeya gelê kurd darbe ye. Tehliyekirina Dîbayê em kêfxweş kir. Di şexsê Dîba Keskîn de gelê Erdîşê hat darizandin. Ev pêkanînan ew ê bi gelê kurd gavê paş nede avêtin. Gelê kurd dîsa ew ê bi baweriya xwe ya têkoşîna demokrasiyê û azadiyê li ser piyê xwe bisekin."