Bertekên li dijî qeyûman didomin: Em dest ji berxwedanê bernadin
- 09:10 11 Îlon 2019
- Rojane
Rengîn Azîzoglu
AMED - Jinên li dijî qeyûman di Nobeta Demokrasiyê de ne diyar kirin ku ew qeyûman naxwazin, dest ji berxwedanê bernadin û her wiha gotin dem ne dema tirs, dudilîbûnê ye, dema xwedîderketina li destkeftinan e.
Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman a ji bo sê şaredariyên bajarên mezin yên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê didomin. Bi rojane jinên li Kolana Lîse ya li hember Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye, nobetê digirin, diyar kirin ku ew tu car qeyûman qebûl nakin.
‘Amed a me ye’
Ayten Sir wiha got: “24 roj in em li qadan xwedî li îradeya xwe derdikevin. Îradeya me hat xespkirin. Şaredarî mala me ye. Em dixwazin bi rehetî biçin û bên. Em dixwazin qeyûm biçin. Em ê ji bo mafê xwe heta dawî têbikoşin. Di dema qeyûm de tu xizmet nehat kirin. Şaredariya me di bin dorpêçê de bû. Em nikaribûn têketan şaredariyê. Bi dehan kes ji kar avêtin. Bi nanê wan lîstin. Hewl dan împaratoriya tirsê biafirînin. Wêneyan dikşînin. Dikin kamerayan. Çend rojên ewil ên çareseriyê zext pêk anîn. Gaz û ava şid avêtin. Tevî her tişî me berxwedana xwe berdewam kir. Em natirsin. Amed a me ye. Wê ya me bimîne.”
‘Hevserokatî xeta me ya mor e’
Jina bi navê Jiyan Taş jî tayînkirina qeyûman wek darbeya li hember gel nirxand û got: “Di 19’ê Tebaxê de bi tayînkirina qeyûman re serdegirtina malan hat kirin. Hewl dan pêşî lê bigirin ku gel xwedî li îradeya xwe derkeve. Tevî hemû êrîşan em li qadê bûn. Helwesta me zelal e. Hevserokatî xeta me ya mor e. Em darbeyê qebûl nakin. 18 roj in em li berxwe didin. Heta dawî jî em li vir in. Em hemû gelê xwe vexwendî vir dikin.”
‘Dem ne dema tirsê ye’
Yasemîn Akengîn jî bi lêv kir ku tayînkirina qeyûman li dij hiqûqê ye û li dijî vê li qadan e û got: “Bila kes nebêje ‘me qeyûm tayîn kir em ê bi rehetî rûnên’. Em vê teqez qebûl nakin destûr nadin. Qeyûman tu xizmet ji gel re nekirin. Qeyûmê berê Cumalî Atîlla kirin namzet. Me piştgirî neda wî. Me hevşaredarên xwe hilbijart. Em ê şaredariya xwe ji nû ve bigirin. Dem ne dema rûniştinê ye. Dema xwedîderketina li destkeftiyan e.”