Behiya Memo: Divê malbat li perwerdekirina zarokên xwe baldar bin

  • 09:02 11 Îlon 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî - Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Ji Rêveberiya Komîteya Birêvebirina Dibistanan, Behiya Memo derbarê  amadekariyên îsal ên ji bo pêşwazîkirina dibistanan de wiha got: "Armanca  me ew e  ku em bikaribin nifşekî zane, xwedî ziman û çand ava bikin. Em amade ne şagirtên xwe bi kedek giranbiha pêşwazî bikin."
 
Bi vekirina dibistanan her sal ji bo şêwazên xwendinê û rewşa xwendekaran û pêwîstiyên wan yên xwendinê amadekariyên cuda tên kirin da ku  kêmasiyên salên borî were derbaskirin û asta xwendinê  û xwendekaran  xurt bibe. Têkildarî mijarê  ji Rêveberiya Komîteya Birêvebirina Dibistanan a Navçeya Til Temirê û gundewarên wê Behiya Memo amadekariyên xwe yên pêşwazîkirina dibistanan parve kir. 
 
'Em dixwazin xwendekar ji dibistnan feyzê bigirin'
 
Behiyayê di destpêkê de sala xwendinê li tevahî şagirtan pîroz kir û wiha qala amadakariyên ji bo dibistanan kir û got: "Bi boneya sala xwendinê  me dest bi amadekariyên cur bi cur kiriye. Ev demeke dirêj e dibistan di navbera havînê de hatine girtin û gelek  qirêj bûne.  Her wiha hin amûrên wê bêbandor bûne û divê werin guhertin. Me xwest em di destpêkê de dest bi paqijiyê û sererastkirinê bikin. Niha jî têkilîyên me  bi şaredariya Til Temirê re hene, da ku em ji nû ve van dibistana sererast bikin û  ji bo sala nû ya zarokan pêşwazî bikin. Em dixwazin xwendekar ji dibistnan feyzê bigirin."
 
'Li gorî pêwîstiya  dibistanan mamoste hatin ferzkirin' 
 
Behiyayê diyar kir ku li gorî hejmara dibistana mamoste hatin ferzkirin ku ew amade ne şagirtan pêşwazî bikin û wiha axaftina xwe domand: "Dibistanên navçeya Til Temirê û gundewarên wê digihêje 120 dibistanî. Li gorî hejmar û pêwîstiya dibistanan me mamsoteyên xwe amade kirin.  Nêzî 825 mamsoteyên Kurd û Ereb hene, ev mamoste di navbera  havînê de derbasî dewreyên Akedemiyan bûn û li ser biranşên refan perwerde dîtin. Di aliyê mamosteyan  de tu pirsgirêk tune ne û em amade ne pêşwaziya şagirtên xwe bikin." 
 
'Pirsgirêka  peydakirina pirtûkan heye' 
 
Behiyayê derbarê çapkirina pirtûkan  û peydakirina wan dibêjê ku  hin  zehemetiyên wan hene, lê hewldanên çareserkirinê di meriyetê de ye  û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di aliyê çapkirina pirtûkan de hin zehmetiyên me hene, ji ber hejmara şagirtan her sal zêde dibe û li gorî hejmarê em pirtûkên xwe çap dikin. Her wiha tenê çapxaneyek  li herêmê heye û nagihêjê hêjmarên mezin jî  çap bike. Em nikarin niha  hejmara pirtûkan bidin, ji ber hîn jî pêwîstiya me bi hejmarek din jî heye. Em ê van pirsgirêkan çareser bikin û kêmasiyên salên borî derbas bikin."
 
'Deriyê qeyidkirina navan vekiriye û malbat serdanê dikin' 
 
Behiyayê got ku niha  deriyê  qeyîdkirina navan vekiriye û malbat tên zarokên xwe qeyid dikin û  wiha dewam kir: "Niha em nikarin hejmara şagirtên  dibistana seretayî, navîn û amadeyî bidin ji ber hîn jî deriyê  qeyîdkirina navan  vekiriye û didome. Malbat jî tên zarokên xwe qeyid dikin. Refê amadehî  wê îsal bikeve sîstema me ya perwerdeyê, ji bo biranşên wan jî me mamosteyên xwe  amade kirin."
 
'Avakirina nifşekî xwedî ziman, çand û exlaq armanca me ye'
 
Behiyayê derbarê naveroka pirtûkan de destnîşan kir ku li ser avakirina nifşekî nû armanc xwedî ziman û exlaq e û wiha domand:"Agahiyên ku di biranşê Rêvberiya Xweser de tên dîtin û naveroka pirtûkan li ser bingeha avakirina nifşekî bi exlaq û polîtîk e. Armanca me ew e ku em bikaribin nifşekî zane xwedî ziman û çand ava bikin." 
 
'Divê malbat li perwerdekirina zarokên xwe baldar bin'
 
Behiyayê bang li malbatên xwendekaran kir ku li xwendina zarokên xwe baldar bin û bi mamosteyan re bibin alîkar  û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Zarok pêşeroja civakê ronî dikin. Xwendin mîna av û nan e.  Mirovê bê ziman û perwerde dê nikaribe sûdekê li civaka xwe jî bike. Divê dayik û bavên xwendekaran  bi mamosteyan re bibin alîkar da ku di xwendina zarokên wan serkeftî be."