ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2019'AN
- 09:00 11 Îlon 2019
- Rojev
*Ji Rêveberiya Komîteya Birêvebirina Dibistanan, Behiya Memo derbarê amadekariyên îsal ên ji bo pêşwazîkirina dibistanan de wiha got: "Armanca me ew e ku em bikaribin nifşekî zane, xwedî ziman û çand ava bikin. Em amade ne şagirtên xwe bi kedek giranbiha pêşwazî bikin." DÎMEN HEYE
*Bi hatina demsala zivistanê re jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne amadekariya demsala zivistanê dikin. Jinên ku amadekariyê dikin wiha gotin: "Karê ku bi destê jinan tê çêkirin watedar û bi nirx e." DÎMEN HEYE
*SES û Egîtîm Sena Amedê li avahiya xwe li dijî tayînkirina qeyûman pankart daliqandin û bi hinceta îxbariyê polîsan bi zorê pankart rakirin. Ji Egîtîm Senê jinan bertek li hemberî tayînkirina qeyûman nîşandan û gotin: "Maf û îradeya me hat xespkirin. Li Tirkiyeyê her ku diçe demokrasî ber bi tunebûnê ve diçê. Lê em li dijî wê yekê têkoşîna xwe bidomînin." DÎMEN HEYE
*Endama Desteya Rêvebar a Tevgera Azadî Bêrîvan Mihemed derbarê êrîşên dewleta tirk ên li Başûrê Kurdistanê nirxandin kir. Bêrîvanê got: "Êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê xetere ye. PDK pêşî li van êrîşan vekiriye û pêşengtiya wê dike. Hebûna kurdan di xeteriyê de ye. Divê em hemû kurd li dijî êrîşan serî hildin."
*Jinên li dijî qeyûman di Nobeta Demokrasiyê de ne diyar kirin ku ew qeyûman naxwazin, dest ji berxwedanê bernadin û her wiha gotin dem ne dema tirs, dudilîbûnê ye, dema xwedîderketina li destkeftinan e. DÎMEN HEYE
*Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum kuştinên jinan û şîdeta heta îro tê meşandin nirxand û wiha got:"Desthilatdarî bixwe ji bo jina makul biafirîne her tiştî dike. Di ol, siyaset, hiqûq, aborî û jiyanê de mafê axaftinê nade jinê û ev helwesta desthilatdariyê jî cesaretê dide mêrên li kolanê. Li dijî vê pêvajoya tê jiyîn divê jin xwedî li destkeftiyên xwe derkevin."DÎMEN HEYE
*Dayikên Aştiyê yên Wanê bang li malbatên ku bi îdiaya zarokên wan revandina çiyê, li ber avahiya HDP’a Amedê çalakiyê pêk tînin, kirin û wiha gotin: “Ji bo aştiyê biçin ber derê AKP’ê rûnin. Neyên vê lîstikê.”DÎMEN HEYE
*Akdemîsyen Sevîlay Çelenk ku bi hinceta îmze avêt binê danezana ‘Em nabin hevkarên vî sûcî’ hat darizandin û berat kir, wiha got: “Ji vir şûnde tişta divê bê kirin ev e ku KHK’a bi encamên wê bê betalkirin û em li peywira xwe bên vegerandin, pasaportên me bên dayîn. Ev tabloya şermê zêde nikare bê berdewamkirin.”
*Endamên Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Rojava 6’emîn Mihrîcana Kurteçîrokên Kurdî pêk anîn. Nivîskara Kurd Narîn Metînî bi çîroka bi navê 'Şarê Mîdya' tevlî mîhrîcanê bû. Narînê got: "Pêwist e em dîroka xwe binivîsînin. Em bi nivîsandinê li zimanê xwe xwedî derkevin."
DÎMEN HEYE
*Jinan polîtîkayên hikûmetê yên li hember penaberan guhertine nirxandin û der barê pirsgirêkên penaberan de ji bo rêveberiyên herêmî pêşniyar û tespît kirin û bang li hikûmetê kirin ku ji bo lihevhatinê divê çareseriyên mayînde pêk bên.DÎMEN HEYE
*Şandeya Jinan a HDP'ê ji bo hevdîtinan berê xwe da bûn Herême Federal a Kurdistanê û parlamenteran diyar kirin ku hevdîtin ji bo yekîtiya kurd û bi hêzkirina têkoşîna jina kurd gelek girîng bû. DÎMEN HEYE