Di çalakiya rûniştinê ya Amedê de: Em natirsin û teslîm nabin

  • 15:43 10 Îlon 2019
  • Rojane
AMED - Li Amedê çalakiya rûniştinê ligel dorpêça polîsan de di roja 23'yan de didome. Di çalakiyê de Hevseroka Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkirina axivî û got: "Dê berxwedana me bê navber bidome. Em kesên ku ji çanda berxwedêr hatine, weke rêxistinên welatperwer hatine û em tucarî serî natewînin. Em natirsin û teslîm nabin. Em kedkarên vî welatî ne."
 
Li Amedê çalakiya rûniştinê ya li dijî qayûman di roja xwe ya 23'yemîn de berdewam dike. Çalakî weke her roj li Cadeya Liseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Amedê pêk hat. Parlementer, hevşaredar, hevserok, rêveber, endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên MEYA DER'ê, endam û rêveberên Partiya Bindest a Sosyalîst (ESP), nûnerên Tifaqa Partiyên Kurd û gelek welatî tevlî çalakiya rûniştinê bûn. 
 
Endamên Meclîsa Şaredariya Mezin li gel astengiya polîsan dîsa bi pankarta 'Meclîs ya gel e, wê ji gel re bimîne' meşiyan û hatin qada çalakiyê. Her wiha di çalakiyê de strana "An mirin, an Diyarbekir" û "Berxwedan Jiyane" hat gotin û her wiha dirûşmên wekî "Dest nede vîna me", "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" hatin berzkirin.
 
'Li dijî bişaftinê divê em li ber xwe bidin' 
 
Di çalakiyê de hevserokê HDP'ê ya Amedê Zeyat Ceylan axivî û bal kişand ser çalakiya xwe û wiha got: "Ev roja 23'yemîne ku em li dijî hişmendiya qeyûman di nav berxwedanê de ne. Bê guman heya ku vîna gel bi ser nekeve û hevalên me dest bi karê xwe nekin em ê li vir bin. Wê sekna me hertim bi vî awayî berdewam bike. Sekna me rûmeta me ye. Her wiha dibistan vebûn û bi hezaran zarok û ciwanên me bi zimaneke biyanî perwerdê dibin Ev jî polîtîkayeke bişaftinê ye. Divê li hemberî vê yekê em li ber xwe bidin."
 
'Em ê bi ser kevin’
 
Parlamenterê Idirê Habîb Keskîn diyar kir ku bi berxwedanê dê teqez bi ser kevin û wiha axivî: "Min ji Idirê heya li vir silav ji we re anîn. Amed hêviya me ye û em ê her tim li pişt welatiyên Amedê bin. Gelê me tu carî li hemberî zordariyê serî natewîne û dê li dijî qeyûmê têkoşîna xwe bidomînin. Bila bi dost û dijmin bizane ku em ê bi ser kevin, bi teqes em ê bi ser bikevin.”
 
‘Dest bi axaftina bi kurdî bikin'
 
Li ser navê Tifaqa Kurdistanê Sînan Çîftyurek axivî û got: “Polîtîkayên qirêj bi awayên cuda li ser kurdan tên meşandin. Ji ber wê yekê di destpêkê dixwazim bi zimanê dayikê dest pê bikim. Ger ku hûn qala demokrasiye dikin, hûn çima zimanekî bi hêsanî qedexe dikin. Bi wê re li vîna gel xesp dikin. Divê em hemû dest bi axaftina bi kurdî bikin û piştgiriyê bidin berxwedana kurdî. Em carek din dibêjin ku şaredarî ya me ye û dê ya me be."
 
‘Li hemberî peragala hevserokatiyê êrîş pêk tê' 
 
Hevseroka Giştî ya partiya ESP’ê Beycan Taşkiran di çalakiyê de herî dawiyê axivî û diyar kir ku 23 roj in berxwedan li vir didome û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev 23 roj in, ji bo mafên xwe em li vir in. Diyare ku pergal nikare di nav vê krîzê derkeve û ji ber vê bi tayînkirina qeyûman rojev guhert. Her wiha di vê sibêhê de hevserokê me Şahîn Tumuklu, endamê MYK’ yê Huseyîn Îldan, hevserokê bajêr a Stenbolê Pinar Turk, rêhevalên me yên li Wanê hatin binçavkirin. Bi van binçavkirinên siyasî dixwazin encamekî bigirin. Ev tişt li hemberî pergala hevserokatiyê tê kirin."
 
'Em kedkarên vî welatî ne'
 
Beycan, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li dijî pêkanînan dê jin her tim di nav têkoşînê de bin: "Dê berxwedana me bê navber bidome. Em kesên ku ji çanda berxwedêr hatine, weke rêxistinên welatperwer hatine û em tucarî serî natewînin. Em natirsin û teslîm nabin. Em kedkarên vî welatî ne, em ê têbikoşîn û teqes em ê bi ser kevin."