Malbat li dijî bêedaletiyê meşiyan
- 12:27 10 Îlon 2019
- Rojane
TEKÎRDAG - Danişîna doza facîaya trênê ya li navçeya Çorlu ya Tekîrdagê pêk hat û 25 kesan jiyana xwe ji dest dan û 328 kes birîndar bûn bi rageşiyê dest pê kir. Beriya danişîna dozê dest pê bike, malbatan pankarta "Em edaletê dixwazin" vekirin û li pişt pankartê meşiyan. Danişinê bi rageşiyê dest pê kir.
Li Navçeya Çorlu ya Tekîrdagê di 8'ê Tirmeha 2018'an de facîaya trênê pêk hatibû. Di qezayê de 25 kesan ji yana xwe ji dest dabûn û 328 kes jî birîndar bûbûn. Danişîna yekemîn a doza qezaya trênê ya Çorluyê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Tekîrdagê hatibû dîtin. Lê ji ber salon biçûk bû bûyer zêde bû, danişîna dozê taloq kiribûn. Piştre Navenda Perwerdehiya Gel a Çorlu ya 600 kesî kirin salona danişînê. Danişîna dozê îro bi rageşî li eywanê dest pê kir. Beriya danişîna dozê bê dîtin, malbatên ku xizmên wan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, pankarta "Em Edaletê dixwazin" vekirin û li pişt pankartê meşiyan. Malbat li Parka Santralê ya Çorlu kom bûn û heta eywana danişînê ya Navenda Perwerdehiya Gel meşiyan. Beriya danişînê rayedaran xwestin li nasnameyan binêrin û derbasî eywanê bikin û ji ber vê yekê di navbera malbat û rayedaran de rageşî derket. Piştî malbat û parêzeran bertek nişanî kontrola nasnameyan dan, rayedaran dest ji kontrola nasnameyan berdan.
Pişti parêzer û malbat derbasî eywanê bûn û li salonê cihê xwe girtin danişîna dozê dest pê kir.