18 Akademîsyenên Aştiyê beraet kirin
- 11:37 10 Îlon 2019
- Rojane
STENBOL - 18 akademîsyenên bi hinceta danezana “Em ê nebin hevkarê vî sûcî” îmzekirin ên derbarê wan de li 28 û 26’emîn Dadgehên Cezayên Giran ên Stenbolê doz hatibû vekirin, beraet kirin.
18 Akademîsyenên Aştiyê yên bi hinceta danezana “Em ê nebin hevkarê vî sûcî” îmzekirin derbarê wan de li 28 û 26’emîn Dadgehên Cezayên Giran ên Stenbolê doz hatibû vekirin, beraet kirin.
Di lêpirsîna duh a li ser dosyayê hat kirin de, biryara binpêkirina azadiya ramanê ya Dadgeha Destûra Bingehin hat bibîrxistin û ji bo 18 akademîsyenan biryara beraetê hat dayîn. Di nava 18 Akademîsyenên Aştiyê Hevseroka Giştî ya KESK’ê Aysun Gezen jî hebû.
Derbarê biryara beraeta hat dayîn de li ber Qesra Edaletê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.