Derbarê meşa Meclîsa Jinê ya HDP'ê de lêpirsîn hat destpêkirin
- 11:18 10 Îlon 2019
- Rojane
WAN - Meclîsa Jinê ya HDP'ê li dijî êrîşên li ser pergala hevserokatiyê li Wanê meş li dar xistibû. Derbarê meşa li dijî êrîşên li ser pergala hevserokatiyê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Meclîsa Jinê ya HDP'ê li dijî êrîşên li ser pergala hevserokatiyê di 3'ê Îlonê de li Parka Dabaoglu ya Wanê, tevî dorpêçkirin û astengiya polîsan meş li dar xistibû. Derbarê meşa li dijî êrîşên li ser pergala hevserokatiyê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Hat hînbûn ku di çaçoveya lêpirsîna Serokkomariya Komarê ya Wanê de ji bo îfadeyê bangî, Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku dewsa wê qeyûm hat tayinkirin, Bedia Ozgokçe, Hevseroka Şaredariya Erdîşê Yildiz Çetin, Hevseroka Şaredariya Tuşbayê ya ku bi hinceta KHK'ê mazbataya wê nehatiye dayin, Ayşe Minaz, Hevseroka Şaredariya Îpekyolu Şehzade Kurt, Hevseroka Şaredariya Bêgiriyê Leyla Balkan, Hevseroka Şaredariya Sêraweyê Caziye Duman, Hevseroka Şaredariya Colemêrgê ya ku bi hinceta KHK'yî ye mazbataya wê nehat dayin, Seher Kadiroglu, Hevseroka HDP'ê ya Wanê Yadişen Karabulut, hatiye kirin.