Jinên ciwan bi meşa meşaleyî piştgirî da hemleya Kongreya Star
- 09:54 10 Îlon 2019
- Rojane
HELEB - Bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Şoreşger a taxa şêx Meqsûd bi meşekê girseyî êrîşên li ser axa Sûriyê şermezar kirin.
Di çerçoveya rêze çalakiyên hemleya Kongra Star a bi dirûşmeya "Ax û rûmeta xwe biparêze DAIŞ û dagirkerî têk bibe", jinên ciwan a taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê, meşek bi meşale li dar xistin. Meş ji pêşiya navenda Yekîtiya Ciwanên Şoreşger dest pê kir û heta taxa Rojhilat berdewam kir. Bi sedan jinên sazî û dezgehên sivîl tevlî meşê bûn. Di meşe de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û "Na ji dagirkeriyê re" hat berz kirin. Her wiha di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger hatibû hildan.
Piştî meşê li ser nave Jinên Ciwan a Helebê Bêrîvan Hanan axivî û da zanîn ku em jî wek jinên ciwan piştgiriyê didin hemleya Kongreya Star û wiha domand: "Em îro bi rihê ciwanan rabûne û piştgiriya hemleya Kongreya Star dikin. Em li ser felsefeya Rêber Apo hatine perwerde kirin. Dijimin bi hêsanê nikarê deskeftiyên me ji destê me bigire, ev ax bi xwîna bi hezaran lehengan hatiye avdan. Çi êrîş li ser me were jî em ê bi rihê yekbûyinê van êrîşan vala derbixînin. Heta em serkeftinê misoger nekin em ê herdem li ser piyanbin. Tu hêz nikare vîna me bişkîne."
Meşa meşaleyî bi dirûşmeya "Bêjî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û "Na ji dagirkeriyê re" bi dawî bû.