'Divê dewletên navneteweyî bi berpirsyartiyek xurtir tev bigerin'
- 09:03 10 Îlon 2019
- Rojane
Sorgul Şêxo-Ronîda Hacî
HESEKÊ - Kampa Holê yek ji mezintirîn kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Rêvebera Kampa Holê Hemrîn Hesen derbarê Kampa Holê de got: "Divê dewletên navneteweyî ji bo kampa holê, têkevin nava tevgerê da ku xeteriya DAIŞ' ê li ser Sûriyeyê û tevahî cîhanê dijwartir nebe."
Di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de yek mezintirîn ji kampan, kampa Holê ye. Nêzî 45 km. dûrî rojhilatê Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê ye. Têkildarî rewşa Kampa Holê ya herî dawî de Rêvebera Kampa Holê Hemrîn Hesen rewşa kampê ji me re parve kir.
'Zêdetirî 71 hezar kesî li Kampa Holê dijîn'
Hemrînê di destpêka axaftina xwe de hejmara kesên ku li kampê bi cih bûne anî ziman û wiha got: "Di kampa holê de 71 hezar û 800 kes dijîn. Ji wan hejmarek ji penaberên Iraqê û Sûriyeyê ne yên ku ji ber şerên di herêman de berê xwe dane herêmên me. Her wiha hejmarek jî ji malbatên çeteyên DAIŞ'ê yên ku di pêngava tunekirina Terorê de li Baxozê xwe radestî Hêzên QSD'ê YPJ/YPG'ê kirine ye. Li vir dimînin û rewşa wan ne diyar e . Di nava vê kampê de derfetên jiyanî kêm in û barê giran dikevê li ser milê Rêveberiya Xweser. Ji ber rêxistinên mirovahî alîkariyê kêm pêşkêş dike û ne li gorî ewqas hejmarî ye."
'Pêwistiyên xizmetê ji bo zarokan tên pêşkêşkirin'
Hemrînê di dewamiya axaftina xwe de wiha domand: "Me xwest wekî rêxistinên Rêveberiya Xweser bi alîkariya rêxistinên mirovahî em ji bo zarokan rewşeke cuda biafirînin, ji ber herî zêde zarok bûne qurbana van şeran û divê ji nû ve zaroktiya xwe hîs bikin û bijîn. Di kampê de 7 pêşdibistan û 2 stadên lîstikê hene. Her wiha hin baxçeyê zarokan jî hatiye avakirin da ku em ji nû ve wan tevlî civakê bikin."
'Komîn û meclîs ji bo jinên kampê hatin avakirin'
Hemrînê derbarê rêxistinkirina jinên kampê de jî da zanîn ku projeyên me ji bo wan jî hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di kampa Holê de me xwest ji bo rêxistina jinan jî em xebatek berfirah bidin meşandin. Komîn û meclîs ji bo jinên kampê hatin avakirin da ku pirsgirêkên xwe çareser bikin. Her wiha ji bo tenduristiyê jî nexweşxane hat vekirin û xizmeta tenduristiyê ji bo tevahî kampê pêşkêş dike."
'Di Kampa Holê de metirsiya zindîbûna DAIŞ'ê heye'
Hemrînê destnîşan kir ku li ser metirsiyên ku hîn di kampê de hene ku rojane ew rastî bûyerên ne ji rêzê tên ew hewl didin tedbîrên berfirehtir bigirin û wiha got:"Rast e terora DAIŞ'ê ji aliyê erdnîgariyê ve tune bûye, lê hîn di nava Kampa Holê de metirsiyeke mezin a zindîkirina DAIŞ'ê heye. Rojane em rastî bûyerên ne ji rêzê tên, ji ber malbatên çeteyên DAIŞ'ê hîn hişmendiya veguherînê li gel wan çênebûye û bi fikrê reşiyê ve hatine girêdan. Dixwazin ewlehiya kampê têk bibin û êrîşî penaberên Sûriyeyê û Iraqê dikin. Tevî em tedbîra xwe digirin jî dîsa jî malbatên çeteyan êrîşî endamên ewlehiyê û asayişê jî dikin. Divê hemû cîhan ji bo tedbîran alîkariyê bide me da ku careke din DAÎŞ zindî nebe. Divê dewletên navneteweyî bi berpirsyartiyek xurtir tev bigerin'"
'Rêxistinên alîkariyê li gorî pêwistiyên koçberan tev nagerin'
Hemrînê derbarê xizmet û alîkariyên ku rêxistinên mirovahî di hindirê kampê de pêşkêş dikin wiha got:"Alîkariyên ku ji bo kampê tên veqetandin pir kêm in. Rêxistinên mafên mirovan ên alîkariyê li gorî pêwistiyên koçberan tev nagerin. Banga me ji bo dewletên navneteweyî hene ku erk û berpirsyartiyê bigirin ser milê xwe pêdîviyên van koçberan pêk bînin."