Li Şirnexê zarokek di avê de xeniqî
- 12:39 9 Îlon 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Li Sîlopiyê zarokê bi navê Hamza Avîn di avê de fetisî û jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Babindak ê girêdayî navçeya Silopî ya Şirnexê zarokê bi navê Hamza Avîn ê 13 salî ku ji bo xwe hênik bike ket avê xeniqî û jiyana xwe ji dest da.
Hemza yê ku xeniqî di heman demê de lîstikvanê futbolê yê tîma zarokan a Şaredariya Sîlopiyê bû. Hevserokên Şaredariya Silopiyê, ji malbata Hamza re xemgîniya xwe anîn ziman û sersaxî xwestin.