Li Cizîrê piştî 4 salan: Agirê dilê wan venemirî

  • 10:41 9 Îlon 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê di 4’ê Îlona 2015’an de qedexeya derketina derve ya ewil hat îlankirin û di ser re 4 sal derbas bû. Şahidên wê demê anîn ziman ku ji wê rojê şûn de êş, dilşewatî û berxwedan maye û wiha gotin: “Cizîr bû şahidê gelek êşan û ev êş di nav dilê me de ne. Em ê tu carî wê demê ji bîr nekin û em ê tu carî nedin ji bîr kirin.”  
 
Navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi salane hem ji bo tevgera siyasî ya kurdan û hem jî ji bo dewletê navçeyeke sembol e. Li Cizîrê gel ji salên 90’î vir de di nav berxwedanê de ye û berxwedan di şerê xweser de hîn geştir bû. Li navçeya Cizîrê di 4’ê Îlona 2015’an de qedexeya derketina derbe ya ewil hat îlankirin û di ser re 4 sal derbas bû. Herî dawî qedexe di 14’ê Kanûna 2015’an de hat îlankirin û 79 rojan berdewam kir de li navçeyê nêzî 300 kesî jiyana xwe ji dest dan. Tevî hemû êrîş û dorpêçan gelê Cizîrê kolan terk nekirin û li taxan çalakî û dengê dirûşmeyan bilind bû. Yek ji van kesan jî dayika  Cemîle Çagirga ya ku di 7’ê Îlona 2015’an de li ber deriyê mala xwe bi gule kuştin Emîne Çagirga ye.
 
'Cemîle ne kesa yekem e'
 
Emîne, diyar kir ku ew dayika 8 zarokan e û beriya 23 salan keça xwe ya mezin, niha jî keça xwe ya biçûk dema 13 salî bûye winda kiriye û wiha berdewam dike: “Mala me li cihekî bilind e. dengê çekan dihat û gulebaran dihat kirin. Ji bo ku em têbigihîjin ka çi dibe em derketin ber derî. Dema em derketin gule bera me dan. Me berê xwe da baxçe. Cemîle li pêşiya min ket û ez jî ji bo xwe ji guleyan biparêzim min xwe avêt ser Cemîle ji bo wê biparêzim. Lê dema ez rabûm min dît ku Cemîle birîndar bûye. Me kir qêrîn û hawar lê Cemîle di hebêza min de jiyana xwe ji dest da. Wê şevê min cenazeyê keça xwe kir hembêza xwe û heta sibehê wiha mam. Serê sibehê min hineya sor li destê wê kir û piştî ku me ew şûşt me kir nav kefen. Me ji nexweşxaneyê ambulans xwest lê belê neşandin. Ji bo ku cenazeyê keça min xira nebe me  sarinc mala tîyê xwe anî û keça xwe kirê. Sê rojan min cenazeyê keça xwe di sarincê de veşart. Piştre parlamenter hatin me cinaze bir morga nexweşxaneyê.
 
'Em wan rojan ji bîr nakin û nadin jibîrkirin'
 
Emîne, gotina Serokê wê demê Ahmet Davutoglu ya “Li Cizîrê kes nemiriye” bi bîr anî û wiha domand: “Wê demê ji hemû sivîlan re digotin şerger û gule bera didan û dikûştin. Ji zarokên 36 rojî bigire, heta jin, kal û pîran hemû kes şerger îlan kirin. Zarokên biçûk çawa dikarin bibin şerger? Beriya 4 salan tiştê ku me jiya îro ew êş hîn heye. Ew rojên ku me jiyan nayên jibîrkirin û em kesên ku ev êş jî bi me dan jiyîn ji bîr nakin. Elbet em ê rojekê hesabê vê yekê bipirsin. Cizîr bû şahidê gelek êşan û ev êş di nav dilê me de ne. Tiştê ku ji paşve ma xemgînî ye. Êşa me wek roja ewil nû ye. Wê tu demê ew agir di dile me de venemire. Ne em ê û ne jî zarokên me dê wê hovîtiyê ji bîr nekin. Em ê wek gel têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin.”
 
‘Em ê heta dawiyê li pey doza xwe bin’
 
Emîne, di dawiya axaftina xwe de got ku dosyaya derbarê kuştina Cemîleyê de hîn jî vekiriye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “ Em ê tu carî dev ji doza xwe bernedin. Em ê heta dawiyê li pey doza xwe bin. Heta kujer neyên cezakirin Em ê li pey vê dozê bin.”
 
'Bi zaroka xeya 6 mehî re hat qetilkirin' 
 
Malbatek din jî ya Edîn e, ku  di qedexeya ewil de jê 5 kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji van kesên ku jiyana xwe ji dest dan yek jê jî Sahîp Edîn e. Hevjîna Sahîp Bêrîvan Edîn, wiha behsa wê rojê dike. “Hevjînê jintiya min Maşallah, Ahmet ajovanê  tirê bû, wan deman li Iraqê bû. Ji ber ku malbata xwe meraq kiribû bi rêya telefona apê xwe li hevjîna xwe Maşalahê digere. Maşalah jî bi bûka xwe Zeynep re diçin bi telefonê biaxivin. Lê ji ber ku gulebaran zêde dibe ji bo zarokên li ber derî dikevin fikaran û derdikevin devê derî. Di serî de Zeynep derdikeve derve û bi zaroka 6 mehî ya di hembêza xwe de tê gulebarankirin. Zeynep li heman cihî jiyana xwe ji dest dide. Zarokê wê yê 6 mehî Berxwedan jî ji guhê xwe birîndar dibe. Bi qêrîna Berxwedan re Maşallah jî berê xwe dide kolanê û piştre jî tî yê wê Eşref.  Tî yê wê Berxwedan digire û berê xwe dide deriyê baxçe lê ew  jî di wê  navberê de ji nigê xwe birîndar dibe. Maşallah jî dema bûka xwe dikişîne  baxçe tê gulebarankirin û  jiyana xwe ji dest dide. Niha 7 zarokên Maşallah û zarokek Zeynep bê dayik man." Berîvanê her wiha diyar kir ku  Hevjîn, tî û birayê wê jî di jêrzemînan de jiyana xwe ji dest dan û anî ziman ku tenê ji malbata wan 5 kesî jiyana xwe ji dest daye.   
 
‘Bavê me li  ku ye, çima nayê?’
 
 Bêrîvan a ku dayika 4 zarokan e, di domandina axaftina xwe de dibêje dema ku hevjînê wê Sahîp Edîn jiyana xwe da ye ew 3 mehî ducanî bûye û wiha domand: “Hîn kurê min nehat dinê dijmin hevjînê min kuşt û kurê min bavê xwe nedît.  Piştî ku kurê min hat dinê ji bo ku ev tiştê me jiyane neyên jibîrkirin  min navê lawê xwe Sahîp danî. Lê di nav malbatê de jê re dibêjin Baran. Belê Sahîpê biçûk niha mezin bûye û dikeve sala xwe ya 4’an. Ew û zarokên min ên din tim dibêjin ‘bavê me li  ku ye, çima nayê?’ Vî dewletê çi ji me xwest. Wê demê kî derdiket ber derî hemû yan dikûştin. Kesekî sax nedihîştin. Malên me gule baran kirin û wêran kirin. Jinên ducanî û zarok kuştin. Piştî qedexe rabû gotin cinazeyek di hundirê sinoqê de heye. Dema ez çûm min lê nêrî min nas kir ku ew hevjînê min e. Min hevjînê xwe ji deqa ku di milê xwe de çêkiribû naskir. Heta ku em sax bin em ê li ser soza xwe bin û em ê li pey doza wan bin. Çawa ku yên jiyana xwe ji dest dan li ber xwe dan em ê jî li ber xwe bidin.”
 
'Ji wê demê şûnde êş û berxwedan ma'
 
Şahidê wê demê yek jî Zekiye Edîn e. Zekiye ya ku dema behsa wê demê dike rondikên çavên xwe nikare bigire wiha dibêje: “Tiştê ku em jiyan tu kes nejiya. Wê demê ji sewalan bigire, heta zarok û jinan hemû kes hatin kuştin. Ji wê rojê vir de tiştê paş ve êş, dilşewatî û berxwedan ma. Ez dema li neviyên xwe dinêrim zarokên min ên ku jiyana xwe ji dest dane û ew dem tê bîra min. Ewdem dê tu carî neyê jibîrkirin û em ê tu carî ji bîr nekin.”