Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê 9 roj in li ber xwe didin

  • 10:01 9 Îlon 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Çalakiya Dayikên Aştiyê ya li seytereya PDK'ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de li dijî dorpêça ku 54 roj in Ii ser Wargeha Mexmûrê didome berdewam dike. Dayikan, da zanîn ku heta dorpêç bi dawî nebe dê çalakiya xwe berdewam bikin.
 
Di 17’ê tîrmeha 2019’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) careke din bû hedefa êrîşan û bi tevahî hat dorpêçkirin. Ev 54 roj in dorpêç û ambargoya ser wargehê berdewam dike. 
 
Dayikên Aştiyê ya Mexmûrê 9 roj in ligel germ û tozê çalakiya xwe didomînin. Dayik dixwazin bi rayedarên Hewlêrê re bicivin û sedemê rê girtinê bizanin. Lê heya niha ji rayedarên hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê tu kes serdana dayikan nekiriye.
 
Her wiha asayîşa PDK’ê nahêle tu kes biçe serdana dayikan û xwarin û vexwarinê jî ji wan re bibin. Dayikên Aştiyê ligel astengî û êrîşan di çalakiya xwe de bi israr in.