‘Hikûmet li hemberî şîdetê neçareseriyê ferz dike’
- 09:07 9 Îlon 2019
- Rojane
ENQERE - Parêzer Sevînç Hocaogullari da zanîn ku hikûmet der barê şîdeta li hemberî jinan de li şûna çareseriyên mayînde biafirîne, dîsa nîqaşên darvekirinê aniye rojevê û ev jî tê wateya ku tenê li dora pirsigirêkê vedigerin e û got: “Bi cezarkirineke derveyê mirovahiyê ya wek ‘darvekirinê’ , pisgirêkê ji navendîbûnê derxistin û neçareseriyê ferz dikin.”
Piştî qetilkirina Emîne Bulut ku qêrîna wê ya ‘Ez naxwazim bimrim’ deng dabû şûnde hikûmetê ji nûve nîqaşên ‘darvekirinê’ xist rojevê. Parêzer Sevînç Hocaogullari, der barê kuştinên jinan û polîtîkayên hikûmetê de nirxandin kir.
‘Neçareseriyê ferz dike’
Sevînçê bi lêv kir ku di zêdebûna şîdet û kuştinên jinan de bandora polîtîka bêcezabûnê û gelek bandorên din hene û wiha got: “Lê em tenê sedemekê nîşan bidin, ev jî polîtîkayên dijminê jinan e. Sedema van polîtîkayan jî kampanyayên der barê rakirina qanûna hejmar 6284, Peymana Stenbolê de ye. Ev kampanyayên li hember mafê jinan tên meşandin jî, şîdeta li ser jinê zêde dike.”
Sevînçê bi lêv kir ku desthilatdarî li şûna pisgirêkê çareser bike, li dora xwe vedigere û der barê nîqaşên darvekirinê de jî wiha got: “Em dibînin ku şîdeta li ser jinê tenê wek polîtîka ewlehiyê tê fêmkirin. Suleyman Soylu piştî cînayeta Emîne Bulut nîqaşa ‘buton’ meşand. Gotinên wek ‘ wê li qereolan maseya ewlehiyê bê avakirin’ meşand. Heta ku bingeha şîdetê neyê dîtin, der barê vê de siyasetek neyê meşandin, nikare çareserî pêk bê. Hikûmet der barê şîdeta li ser jinan de li şûna çareseriyên mayînde biafirîne, dîsa nîqaşên darvekirinê aniye rojevê û ev jî tê wateya ku tenê li dora pirsigirêk vedigerin û bi vê jî neçareseriyê ferz dike.”
‘Bila dest ji polîtîkayên dijminê jinê bê berdan’
Sevînçê daxuyakirin ku ‘xesandin’ û ‘darvekirin’ pisgirêkê çareser nake û axivî: “Divê bi tevgerên jinan re hevdîtin bên kirin. Jin bi salane bi têkoşînê didin hewl didin daxwazên xwe bînin ziman. Em dibêjin ku divê dest ji polîtîkayên dijminê jinê bê berdan. Em dixwazin ev bên nîqaşkirin. Lê van didin aliyekê û dibêjin ‘bila darvekirin bê meclîsê’. Divê ev gotin tunebe. Di vir de daxwazên jinan li ber çavan nayê girtin û neçareseriyê ferz dikin.”
‘Divê kêmasî li ber çavan bê girtin'
Sevînçê got destkeftiyên jinan bi têkoşîneke mezin hatine bidestxistin û wiha berdewam kir: Peymana Stenbolê baş pêk nayê. Ger şîdeta li ser jinê îro zêde bibe wê demê divê em kêmasiyan nîqaş bikin. Divê em binêrin ka navendên pêşîgirtina şîdeta li ser jinê li Trkiyeyê hene an na. Divê em vê bikin rojeva xwe. Divê der barê ewlehiya jiyanan de sererastkirin bên kirin. Her wiha daraz jî berpirsyariya xwe nayne cih. Îro tevî ku ferzkirinên qanûnî heye jî gelek şaredarî stargehên wan tune û hinek sûc jî dikevin bin çarçoveya ‘lihevkirinê’. Divê ji bo rawestandina vê demildest pêngav be avêtin. Divê tevgerên jinan demildest bikevin tevgerê û daxwazan li ber çavan derbas bikin.”