Li Stewrê di meha dawî de 4 mirinên bi guman ên jinan
- 09:02 9 Îlon 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Şîdeta li ser jinên her diçe zêde dibe û li Stewrê ya Mêrdînê di meha dawî de 4 jin bi awayekî bi guman ku wek ‘întîxar’ derbasî qeydan bû, jiyana xwe ji dest dan û yek jî bi birîndarî xilas bû. Hat hînbûn ku lêpirsînên mirinên bi guman jî sergirtî mane.
Li Tirkiyeyê kuştinên jinan û şîdeta li ser jinan her diçe zêde dibe û li gorî daneyên dawî di meha tebaxê de 50 jin hatin qetilkirin û ligel mirinên bi guman jî piranî kuştinên jinan ji aliyên kesên nasên wan ve pêk tên û li malê tên kirin. Yek ji barên ku şîdet û mirinên jinan lê tên jiyîn Mêrdîn e. Herî dawî li Mîdyatê, jina bi navê Saîme ku ji aliyê hevjînê xwe yê cerdevan ve rastî şîdetê hatibû, rakirin beşa lezgîn. Ji bilî vê bûyera ku gumanbarê wê aşkera bû, li Stewrê di meha dawî de 4 mirinên bi guman yên jinan wek ‘întîxar’ derbasî qeydan bûn.Jinek jî bi birîndarî hat xilaskirin.
Li Stewra ku nifûsa wê 28 hezar e, rêjeya di temenê biçûk de zewicandinê pir zêde ye. Piranî mirinên biguman li gundan tên jiyîn û sedemên vê jî bi hev re nederbaskirin, şîdet û bi zorê zewicandin e. Di hemû mirinên ku wek ‘întîxar’ derbasî qeydên dewletê dibin de ne binçavkirinek ne girtinek hat jiyîn.
Mirinên biguman ên der barê wan de lêpirsînek nehat meşandin wiha ne:
Esma Demîrtaş: Zewicandî, dayika 3 zarokan e. Di meha tîrmehê de bi awayekî bi guman li mala xwe jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên ji gundiyan hatine girtin, li cihê ku Esmayê jiyana xwe ji dest daye, kêr hebûye û di qirika wê çopa birînê hebûye. Malbatê rapora otopsiyê bi rayagiştî re parve nekir û gotin tu pirsgirêk tune ye û sedema întîxarê jî nizanin. Hat diyarkirin ku Esma û hevjînê xwe di telefonê de der barê rewşa aborî de şer dikin. Hat îdiakirin ku Esmayê ji hevjînê xwe yê li derveyî bajêr pere xwestiye lê ji ber qebûl nekiriye, nîqaş derketiye û Esmayê dawî li jiyana xwe aniye.
Bi tena serê xwe têkoşîna jiyanê dida
Ji cîranên wê F. axivî û diyar kir ku hevjînê Esmayê li derveyê bajar bû û bi Esma bi zarokên xwe re zehmetiyên mezin ên aborî dikşand û wiha got: “Esmayê karê xwe dikir. Hevjînê wê li Stenbolê bû. Ji Esmayê re sala mehan carê pere dişand. Li sewalên xwe mêze kir û debara xwe dikir. Malbata hevjînê wê jî rewşa wê nedipirsîn. Herî dawî jî min ew dît, kêfa wê baş bû. Keça wê ya 8 salî dîtiye ku wê xwe kuştiye. Rapora otopsiyê derket lê agahiya kesî ji tiştekî tune ye. Cenderme hatin û tenê telefon girt û malbat ji bo îfadeyê gazî kir.”
Ayşeyê di 29 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da
Ayşe T (29): Li Gundê Cîlîn a Stewrê dijiya. Hat gotin ku malbatê xwestiye wê bi zorê bizewicîne û wê jî di meha Tîrmehê de bi tifingê dawî li jiyana xwe aniye. Piştî mirina wê di lêpirsîna hat destpêkirin de tu pêşketin çênebû. Me der barê bûyerê de xwest bi malbat û şêniyên gund re axivin lê tu kes neaxivî.
Selma bi birîndarî xilas bû
Selma Akgul: Hat îdiakirin ku Selma ku bi malbata xwe re pirsgirêkan dijî, xwestiye bi tifingê dawî li jiyana xwe bîne. Piştî bûyera ku hat jiyîn Selma rakirin nexweşxaneyê û bi birîndarî xilas bû.
Navê du jinan nehat zelalkirin
Ji bilî vê li Stewrê 2 jinên din jî ku navê wan nehat hînbûn, hat îdiakirin ku dawî li jiyana xwe anîne. Platforma Jinan a Şahmeran a Mêrdînê der barê bûyerê de axivî û got wê demek nêz de biçin navçeyê û bibin şopdarên van bûyeran.